Heyeta Dayikên Aştiyê bi Ozgur Ozel re civiya
- 12:55 8 Gulan 2026
- Rojane
ENQERE - Heyetek ji Meclîsa Dayikên Aştiyê di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel re civiya.
Heyeteke ji Meclîsa Dayikên Aştiyê bi boneya Roja Dayikan di çerçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serdana partiyên siyasî didomîne. Di çerçoveya serdanan de Heyeta Dayikên Aştiyê ku ji Behiye Yalçin, Afîfe Kartal û Muzeyyen Butun pêk tê bi tevî Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan û parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya re li Navenda Giştî ya CHP'ê bi Serokê Giştî Ozgur Ozel re hevdîtin pêk anîn. Cîgira Serokê Giştî ya CHP'ê ji Polîtikayên Hiqûqê berpirsyarê Gokçe Gokçen û ji Lîneya Koordînasyonê ya CHPê Emîne Uçak jî di hevdîtinê de amade bûn. Dayikên Aştiyê weke di serdanên partiyên din de jî Laçika Spî diyarî CHP'ê kir.
Dayikên Aştiyê dê piştî CHP'ê di seat 14:00'an de serdana Partiya Gelecekê bikin û di seat 15:30'an de jî li Meclîsê serdana Koma AKPê bikin. Heyeta Dayikên Aştiyê dê piştî serdanên partiyên siyasî li ber Wezareta Dadê daxuyaniyek bide û ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li wezaretê bide.







