TJA'yê Leyla Qasim bi bîr anî

  • 12:41 12 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA'yê bi boneya salvegera şehadeta jina şoreşger û pêşeng a Kurd Leyla Qasim bi bîr anî. TJAyê bal kişand ser sekna Leyla Qasim a li dijî zilmê û destnîşan kir ku ew ê di têkoşîna azadiyê de bûye sembola vîna gelê Kurd û wê her dem di berxwedana wan de cih bigire. 
 
Leyla Qasim di 12'ê Gulana 1974'an de ji aliyê rejîma Iraqê ve hate darvekirin û di dîroka Kurdistanê de wekî “Bûka Kurdistanê” û nemira doza azadiyê cihê xwe girt. Tevgera Jinên Azad (TJA) li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal bi boneya salvegera şehadeta Leyla Qasim daxuyaniyeke nivîskî parve kir.
 
TJA'yê di daxuyaniyê Leyla Qasim weke keça gelê Kurd pênase kir û got: “Leyla Qasim, di têkoşîna azadiya gelê Kurd de yek ji sembolên vîna teslîmnebûyînê ye. Sekna wê ya ku li ser sêdara îdamê jî rûmeta gelê xwe diparast, di bîra berxwedana li dijî zilmê de dijî. Em bi rêzdarî û minetdarî Leyla Qasim bi bîr tînin. Ew ê di berxwedana me de her bijî.”