Dê li Kadikoyê meşa 'Gavek Ji Bo Aştiyê' bê lidarxistin
- 13:25 12 Gulan 2026
- Rojane
STENBOL - Dê li Kadikoyê ji bo azadiya Abdullah Ocalan û ji bo di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de gavên berbiçav bên avêtin, meş bê lidarxistin.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), dê di 16'ê Gulanê de li gelek bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşmeya “Gavek ji bo Aştiyê" meşan li dar bixe. Di vê çarçoveyê de Rêxistina DEM Partiyê ya Stenbolê, dê ji Peykerê Boxe yê li Kadikoyê heya Îskeleya Beşîktaşê meşê li dar bixe. Dê di meşê de banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de avêtina gavên berbiçav bê kirin.
Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya sanal banga beşdarbûnê kir.







