Kongra Star: Em ê ji bo zimanê Kurdî heta kêliya dawiyê li berxwe bidin

  • 13:27 12 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star li Kobanê bi boneya 15`ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew ê "bi têkoşîna jinan maf û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de misoger bikin.”
 
Di çarçoveya çalakiyên bi boneya Cejna Zimanê Kurdî de Kongra Star li Qada Jina Azad a Kobanê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê seroka Desteya Jinan a bajarê Kobanê Macîde Hesûn ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de 15`ê Gulanê li gelê Kurd hat pîrozkirin û hat gotin: "Di dîrokê de gelê Kurd rastî qirkirin û tunekirinê dihat. Mafê gelê Kurd ê ku bi kurdî biaxive tune bû.”
 
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Tu carî em qebûl nakin careke din zimanê kurdî were tunekirin. Bi hezaran keç û xort şehîd bûn ji bo ku em bikarin bi zimanê xwe, çanda xwe bijîn.”
 
Kongra Star di daxuyaniyê de diyar ku “em ê li ber xwe bidin heta kêliya dawiyê ku zimanê xwe yê kurdî di destûra Sûriyeyê de bi cih bikin.”
 
Çalakî bi dirûşmên "Bê ziman jiyan nabe" bi dawî bû.