Nivîskara Îranî Şehrnûş Parsîpûr jiyana xwe ji dest da
- 18:27 4 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û wergervan Şehrnûş Parsîpûr ku bi berhemên xwe yên li ser têkoşîn û azadiya jinan dihat naskirin, li Emrîkayê di 79 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Yek ji nivîskar û wergervanên herî pêşeng ên wêjeya hemdem a Îranê Şehrnûş Parsîpûr, li nexweşxaneyeke nêzî bajarê San Francisco ya Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê (DYE), di 79 saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe.
Bi romana xwe bal kişand ser jiyana jinan û zextên civakî
Şehrnûş Parsîpûr di sala 1946’an de li Tehranê ji dayîk bû. Wê li Zanîngeha Tehranê perwerdehiya zanistên civakî xwend û di destpêka salên 1970’yî de gav avêt nav cîhana wêjeyê. Nivîskara ku bi romana xwe ya yekem a bi navê “Sefer û Zivistana Dirêj” (Sag va Zemestan-e Boland) bal kişand ser xwe, bi taybetî bi berhemên xwe yên li ser ezmûnên jiyana jinan, zextên civakî û lêgerîna azadiyê hate naskirin. Parsîpûr serdemekê di Televizyona Neteweyî ya Îranê de jî xebat kir.
Piştî Şoreşa 1979’an, nivîskar di sala 1980’yî de vegeriya Îranê, lê piştî demeke kurt hat girtin û nêzî çar salan di girtîgehê de ma. Li gorî rexnegerên wêjeyê, vê pêvajoya girtîgehê bandoreke kûr li ser berhemên wê yên paşê kir ku tê de mijarên mîna zext, azadî û berxwedanê bi awayekî berbiçav tên hîskirin.
Li xerîbiyê jî gelek berhem parve kirin
Şehrnûş Parsîpûr piştî ku hate berdan, dest bi karê wergerê, xebatên çandî û pirtûkfiroşiyê kir. Lê ji ber zextên berdewam ên rejîmê neçar ma ku koçberî DYA’yê bibe. Nivîskara ku ji dawiya salên 1990’î û vir ve li Bakurê Kalîforniyayê dijî, li xeribiyê jî hilberîna xwe ya wêjeyî domand û gelek roman û berhemên wêjeyî weşandin.
Parsîpûr bi berhemên xwe yên ku rastiya civakî, cudahiya li dijî jinan û têkoşîna azadiyê bi vebêjanên sembolîk tîne bîra mirov, wekî yek ji navên herî bibandor ên wêjeya Îranê tê qebûlkirin. Rexnegerên wêjeyê diyar dikin ku wê bi ezmûnên xwe yên zext, neyeksanî û berxwedanê, zimanekî xweser û resen da wêjeya farisî û bandoreke mayînde li ser nifşên paşerojê yên nivîskaran hişt.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Şehrnûş Parsîpûr nêzî hefteyekê bû ku li nexweşxaneyeke nêzî San Franciscoyê dihat dermankirin. Nivîskara navdar duh koça dawî kir.







