Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarê civîna NATO'yê daxuyanî
- 11:32 6 Tîrmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê têkildarî binçavkirina jin û ciwanan ji ber îtirazên li dijî lûtkeya NATO’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî lûtkeya NATO’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku îtirazên li dijî civîna bilind a NATO'yê, îtîraza aştîxwazan e û wiha hat gotin: “Jin û ciwanên ku ji ber îtîraz kirine û dengê xwe bilind kirine bi operasyonan hatine binçavkirin, afrînerên siberoja aştî û demokratîk in.
Beriya civînê gelek mezaxtin li riyên ku protokol wê lê derbas bibin, hatin kirin. Ev mezaxtin îsbata wê yekê ye ku xizaniya kûr a jinan çawa nayê dîtin. Bariyerên li ser riyan hatine danîn, ji bo veşartina rastiya xizaniya ku bi krîza aborî re li qadên jiyanê û malan heye, hatine danîn e.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îtîraza li dijî NATO’yê îtîraza li dijî şer, emperyalîzm û polîtîkayên ku jiyana gelan a hevpar û wekhev hedef digre ye û hat diyarkirin ku armanca esas a NATO’yê û tifaqên leşkerî yên mîna wê ew e ku polîtîkayên yekperest, zayendperest û desthilatdariya mêr li ser esasê berjewendiyên emperyal bixe meriyetê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Her civîna bilind a heta roja îro hatiye lidarxistin, veguheriye zemîneke ku polîtîkayên şer lê jinûve hatine hilberandin û rewakirin. Bi taybetî polîtîkayên şer ên li Rojhilata Navîn hatine kûrkirin, nîşaneya vê yekê ya herî berbiçav in. Jin her dem bûne hedefa van polîtîkayên şer.
Tişta ku di van civînan de tê esasgirtin ne ewlehiya gelan û jinan e; ewlehiya sermayeyê, berjewendiyên emperyal û polîtîkayên şer e. Ewlehiya yên ku jinan û zarokên keç îstîsmar dikin, navê wan di dosyayên Epstein de derbas dibe û di şebekeyên sûc de cih digrin e. Lewma rabûna li dijî civîna bilind, mafê herî rewa û demokratîk ê jinan e.
Îro ji Efganistanê heta Îranê, ji Sûriyeyê heta Sûdanê, ji Lubnanê heta Tirkiyeyê têkoşîna jinan îfadeya herî xurt a vê rewatiyê ye.
Vê têkoşînê îro weke îtîraza bi milyonan jinên li çar aliyên cîhanê ya li dijî civîna bilind a li Enqereyê, xwe nîşan daye.
Me tu binçavkirin û girtina ji bo bêdengkirina vê îtîrazê qebûl nekir û em ê qebûl nekin. Ruhê Banga Aştî û Civaka Demokratîk dengê têkoşîna azadiyê ya jinan e.
Pirsgirêka ewlehiyê ya rast a vî welatî tifaqên emperyalîst, kapîtalîst û dijminên jinan e ku ji şer û mêtingeriyê xwedî dibin, jiyana gelan û jinan hedef digrin.
Em ê bi têkoşîn û piştevaniya xwe li dijî şer bisekinin û bibin damezrînerên aştiyê. Divê jinên ku bûne hedefa şer û tundiyê bên parastin, ne ewlehiya civîna bilind a NATO'yê.”







