Azadiya Welat: Di yasayê de kategorîzekirin nayê qebûlkirin

  • 09:47 6 Tîrmeh 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameya Azadiya Welat bi manşeta “Di yasayê de kategorîzekirin nayê qebûlkirin” derket pêşberî xwînerên xwe.
 
Hejmara 26'emîn a Rojnameya Azadiya Welat vê hefteyê bal kişand ser nêzîkatiya Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş a ku dixwaze li gorî kategorîzekirina endamên rêxistinê qanûnan derxe û manşeta “Di yasayê de kategorîzekirin nayê qebûlkirin” derket. Rojnameyê cih da nûçeya ku li ser Zagonên Çarçove û salvegera merasima çekşewitandinê bi Parlamenterê DEM Partiyê û hiqûqzan Serhat Eren re çêkiribû derxist pêş. Rojnameyê dîsa analîza Îbrahîm Êzidî ya bi sernavê “Di nava planên nû de rewşa Şengalê” ku balê dikişîne ser serdana Îbrahîm Kalin a Hewler û Bexdayê.
 
Rojnameyê di binmanşetê de jî cih da hevpeyvîna ku bi Hevseroka OHDê Ekîn Yeter re hatiye çêkirin û li ser salvegera 11ê Tîrmehê û gavên ku bêne avêtin rawestiya.