‘Divê mafê mamosteyan bikeve bin ewlehiya qanûnî’
- 09:03 6 Tîrmeh 2026
- Rojane
ÎZMÎR - Endama Meclîsa Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Îpek Karenfîl diyar kirin ku bi salan e li dijî pirsgirêkan têdikoşin û got divê têkoşînê bi hev re bimeşînin û banga mezinkirina têkoşînê li hemû kesî kirin.
Mamosteyên ku tayîna wan nehatiye kirin û di mulakatan de mafên wan tên xespkirin di sektora teybet de jî beramberê keda xwe nagirin.
Platforma Mamosteyên Mexdûrên Mulakatê û Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taytaybet, di 14’ê hezîranê de li dijî xespkirina mafê hezar û 611 mamosteyên nehatine tayînkirin li Enqereyê çalakî pêk anîn. Grevê 13 rojan berdewam kir û gotin li bajarên din wê çalakiyên xwe bidomînin.
Endama Meclîsa Sendîkaya Mamosteyên Sektora Taybet Îpek Karenfîl berxwedana bi rojan li Enqereyê berdewam kir û daxwazên xwe de axivî.
‘Mamoste êdî napên’
Îpek Karenfîl da zanîn ku wek mamosteyên nehatine tayînkirin li dijî gelek pirsgirêkan têdikoşin û got: “Me li dijî van pirsgirêkan hevdîtin kirin. Em tevli komîsyonan bûn. Me mexdûriyetên xwe ji parlamenteran ji wezaretan re vegotin. Wan jî gotin hûn mafdar in. Me got em êdî nikarin bipên.”
‘Xebata bêewle tê normalkirin’
Îpek Karenfîl destnîşan kir ku ji ber daxwazên wan bên dîtin li Enqereyê dest bi vê têkoşînê kirine û wiha pê de çû: “Gelek sedemên berxwedana me hene. Em wek sendîka ji bo daxwazan têdikoşin. Em mamosteyên sektora taybet wek hevpîşeyên xwe ne xwedî mafên wekhev in, mûçeyê wekhev in. Tevî em heman karî dikin û ji wan kêmtir heqdest digirin em ne xwedî mafên wekhev in. Xebata bêewle tê normalkirin.”
‘Nayê qebûlkirin’
Îpek Karenfîl diyar kir ku saziyên lê dixebitin divê ji aliyê wezareta perwerdehiyê ve bên kontrolkirin û got:"Em bi tabloyeke ku weke bepirsyariya wan tuneye re rû bi rû ne. Pirsgirêk nayen dîtin. Ji nedîtî ve tên. Lê em nikarin binpêkirinan qebûl bikin. Em dixwazin ku mafên qanûnî yên mamosteyan bikevin bin ewlehiyê. Sendîkaya me ya 4-5 sale xebatan dimeşîne, li dijî vê bêewlebûnê têkoşînê dimeşîne.”
Îpek Karenfîl wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafên me ji însafa patronan re hatiye hiştin. Nakevin bin ewlehiya qanûnî. Li dijî vê patron bi teşwîq û sererastkirinên qanûnî tên parastin. Berpirsiyaran li dijî daxwazên me çav û guhên xwe girtine. Ji ber vê em çalakiya xwe li her bajarî didomînin. Hewcedariya me bi piştevanî û piştgiriya her kesî heye.”







