Di pêvajoya aştiyê de talankirina xwezayê

  • 09:02 22 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
 
AMED - Aktîvîsta ekolojiyê Gulşen Bîrer da zanîn ku texrîbata xwezayê ya li Kurdistanê ne tenê mijareke ekolojîke, mijarek siyasî û civakî ye. Gulşen Bîrer anî ziman ku hêviya herî mezin jî berxwedana gel a parastina xwezayê ye.
 
Li Kurdistanê di salên dawî de bi projeyên maden, GES, JES û bêdaristan hiştinê texrîbata xwezayê her diçe kûr dibe. Rêxistinên ekolojiyê û gelê herêmê diyar dike ku ev mudaxaleya ku qada jiyanê hedef digire ne tenê pirsgirêka hawirdorê ye; çavkaniyên avê, daristan, qadên çandiniyê, curebûna biyolojîk û bîra çandî tehdî dike. 
 
Aktîvîsta ekolojiyê Gulşen Bîrer derbarê mijarê de axivî û got qirkirina xwezayê encama polîtîka ku sermayê esas digire ye.
 
Destpêka talanê... 
 
Gulşen Bîrer diyar kir ku talana îro xwe dispêre pergala serdest ya mêr û got: “Hemû talan xwe dispêre zîhniyeta talanê ya mêr. Em li dîrokê dinêrin talan ewil ji ser bedena jinê destpêkiriye. Piştre li qadên jiyanê belav bûye. Li ser her tiştî serdestî pêk hatiye û heta îro hatiye. Îro saziyên dewlet û pergalên serdest jî sermayê esas digirin. Mirovan ji jiyanê dûr dixin û ji bo berjwendiyan pergaleke tundiyê dimeşîne. Bêguman em hemû ji van polîtîkayan bandor dibin. Bi taybet gelê kurd bi salaneji vê rewşê bandor dibe. Bi polîtîkayên şerê taybet ev gihiştiye astek din.”
 
 
‘Xweza Kurdistanê çanda azadiyê li xwedî dike’
 
Gulşen Bîrer anî ziman ku Gelê Kurd her tim bûye hedefa polîtîkayên zextan û bi mudaxaleyan hewl hatiye dayîn ji hebûna xwe dûr bikevin. Gulşen Bîrer wiha domand: “Erdnîgariya Kurdistanê erdnîgariyeke ku bi çiya, deşt, çem û xwezaya xwe bi hesta azadiya jinê hatiye hûnandinê ye. Ji ber vê jî di alî modernîteya kapîtalîst em xetere tên dîtin. Xweza Kurdistanê çanda azadiyê li xwedî dike. Ji ber vê dixwazin li ser me serdestiyê ava bikin.”
 
 
‘Pêvajoya aştiyê de talan tê kûrkirin’
 
Gulşen Bîrer daxuyakirin ku pêvajoya aştiyê divê ji bo rawestandina hilweşîna ekolojiyê derfet bûna û got: “Bi projeyan talanê didomînin. Di vê pêvajoya ku aştî tê axaftin de qadên jiyanê yên xwezayî di bin êrîşê de ne. Projeyên GES û JES’ê bê navber didomin. Yên madenê didomin, xebatên bêdaristanhiştinê didomin. Bêguman em parastina qadên jiyanê didomînin. Ji bo pêşketina pêvajoyê divê dest ji va polîtîkayan berdin. Talan xwezayê sûcê li dijî mirovahiyê ye.”
 
 
‘Berxwedan hêviya herî mezine’
 
Gulşen Bîrer wiha dawî lê anî: “Têkoşîna ji bo parastina qadên jiyanê girîng e. Tu pergaleke kapîtalîst, hêza sermayê nikare mirovan ji xwezayê qût bike. Berxwedan ji bo me girîng e. Ji ber ku mirov pere û sermayê nakin şûna jiyana xwe. Mirov xweza xwe tercîh dikin û bêyî bendewarî îradeya xwe datînin holê. Hedefa me jî ev e.”