Li Mersînê Dayikên Aştiyê jiyana komunal dihûnin
- 09:03 22 Tîrmeh 2026
- Ked/Aborî
MERSÎN - Li Mersînê Dayikên Aştiyê yên li her qadê jiyana komunal esas digirin, bi kedek kolektîf salçeyê çêdikin û wiha dibêjin: “Em dayik divê xwe rêxistin bikin û li her qada jiyanê komunên xwe ava bikin. Jiyana komunal, jiyana mirovane ye.”
Jiyana Komunal modelek jiyanenê ya rêxistibûneke bi hev re jiyana rojane û parvekirin, hilweşîna bi piştevaniyê esas digire ye. Abdullah Ocalan di nivîs û nirxandinên xwe de bi taybet li ser jiyana komunal disekine. Di salên 1990’î de gelek malbatên Kurd neçar man koçî bajarên cuda yên Tirkiyeyê bikin. Di vê pêvajoyê de li gelek taxan bi torên piştevanî û pratîkên jiyana hevpar çanda komun hat meşandin.
Dayikên Aştiyê yên li Mersînê dijîn, feraseta jiyana komunal tenê bi mîtîng, daxuyanî û çalakiyan sînor nahêlin. Di jiyana rojane de jiyana hevpar esas digirin û bi modela komunê ji bo zivistanê salçeyê amade dikin. Ev mînaka komunê ya bi kedek hevpar tê meşandin, hem piştevaniyê xurt dike hem jî çanda komunê çawa tê meşandin datînin holê. Der barê mijarê de Dayikên Aştiyê ji ajansa me re axivîn.
Emîne Eren da zanîn ku wek Dayikên Aştiyê li Mersînê jiyana komunal ava kirine û wiha pê de çû: “Me jî di nav xwe de komun ava kir. Em alîkariya hev dikin. Îro karê min heye hemû hatin. Sibê ya dayikek din heye em dîsa hemû kom dibin û bi hev re diçin. Em hewl didin jiyanek komun li vir ava bikin. Jiyana komunal jiyanek mirovane ye. Li her derê komun hebin wê jiyan xweş û hêsan be.”
‘Em havînê debarê bi îsotê dikin’
Emîne Eren çêkirina salçeyê jî vegot û wiha dirêjî dayê: “Li Edeneyê li Homurlu malbatên naskirî hene û erdên wan hene. Dibêjin werin ji me re îsotê kom bikin. Em dayik wesayîtan digirin û bi hev re diçin. Em îsotan dikin salçe. Vê sibehê min peyam ji Dayikên Aştiyê re şandin ku alîkariyê bidin me. Ew jî vê sibehê hatin. Em bi hev re îsotê paqij dikin û li maşîneyê dixin.”
‘Divê li her derê komun bên avakirin’
Emîne Eren di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê li her derê komun bên avakirin û wiha berdewam kir: “Di serî de dayik divê her kes xwe rêxistin bikin û komunan ava bikin. Ger civak jiyana ligel hev fêr bibin wê civak jî azad be. Komun ji bo her kesî şert e. Berpirsyariya mezin li ser milê jinan e. Dayik jiyan e. Ez bang li hemû dayikan dikin komunên xwe ava bikin.”
‘Em kom dibin û dixebitin’
Maşallah Şeker jî destnîşan kir ku ew li her qadên jiyanê ligel hev in û ev nirxandin kir: “Em hemû ji bo paqijkirina îsotê û çêkirina salçeyê li vir kom bûne. Em ji sibehê de ye îsotê paqij dikin û li maşîneyê dixin. Ji bo alîkariya Dayika Emîne em hatin vir. Kîjan kar be em bi hev re dikin. Çi ji destê me tê em dikin. Ez bang li hemû kesî dikim. Bila piştgiriyê bidin hev.”







