Xanê Karasu li Çanakkaleyê hat bibîranîn
- 21:57 8 Tebax 2026
- Rojane
ÇANAKKALE – Xanê Karasu ku 3’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest da, li Çanakaleyê şîna wê hat danîn. Malbat û xizmên wê seranserê rojê sersaxî qebûl kirin.
Dayika Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Mustafa Karasu, Xanê Karasu ya 94 salî di 3’ê tebaxê de li nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Zanîngeha Onsekîz Mart a Çanakkaleyê jiyana xwe ji dest da.
Ji bo Xanê Karasu li Tesîsên Civakî û Çandê ya Ahmedê Xanî ya taxa Esenler a Çanakkaleyê şîn hat danîn.
Malbat û xizmên wê seranserê rojê sersaxî qebûl kirin.







