Rejîma Îranê 26 sal cezayê girtîgehê da 12 welatiyên Baheyî

  • 10:15 25 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sarî ya Îranê, 12 welatiyên Baheyî bi 26 sal û 165 roj cezayê girtîgehê û 76 sal bêparkirina ji mafên civakî ceza kir.
 
Li gorî raporên hatine weşandin, di biryara ku di 19’ê Tebaxa 2026’an de hatiye dayîn de, Raquel Ataian bi çar sal cezayê girtîgehê û 10 sal bêparkirina ji mafên civakî hate cezakirin. Zahra Galabian, Binevş Asadian Arabi, Kiomars Akbarî, Sohrab Leghaî, Fouad Leghaî, Anahîta Kouşkbaxî, Nasim Samimi, Hossein Fanaian, Emilia Fanaian, Melodie Samimi û Soheil Haqdoost jî bi du sal û 15 roj cezayê girtîgehê û 6 sal bêparkirina ji mafên civakî hatin cezakirin.
 
Ev kes ji ber ji baweriya Baheyî tên cezakirin
 
Dadgehê van kesan bi ‘çalakiyên perwerdehî û propagandayê’ yên têkildarî baweriya Baheyî sûcdar kir. Rûniştinên dozê di 10, 11 û 12’ê Tebaxê de pêk hatin.
 
Doz ji sala 2022’yan ve dewam dike û piştî ku çend caran di navbera yekîneyên dadwerî yên li Sarî û Qaemşehrê de hat veguhestin, di dawiyê de vegeriya Şaxa Yekemîn a Dadgeha Şoreşê ya Sarî.
 
Ev ceza di demek ku li Îranê ji aliyê ewlehî û dadweriyê ve zextên li ser welatiyên Baheyî didome de pêk hat. Pisporên NY’ê berê jî fikarên xwe li ser zêdebûna girtin û raporên binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî endamên civakê, anîbûn ziman.