Di doza Aleyna Çakir de li Umîtcan Uygun 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn

  • 18:17 22 Îlon 2026
  • Hiqûq
ENQERE - Di doza der barê mirina bi guman a Aleyna Çakir de, li Umîtcan Uygun ji sûcê ‘teşwîqkirina întîxarê’ 4 sal cezayê girtîgehê hat birîn û ji sûcê ‘ezyet’ jî biryara beratê hat dayîn. Dayika Aleyna Çakir, Hatun Esen bertek nîşanê biryarê da û got: “Ev cezayekî wek xelatê ye. Edalet ev e?"
 
Sema Esen ya di rayagiştî de wek Aleyna Çakir tê zanîn, 3’ê hezîran a 2020’an de bi guman jiyana xwe ji dset da. Umîtcan Uygun yê der barê dozê de dihat darizandin 5’emîn runiştina jê dihat darizandin li 34’emîn Dadgeha Ceza Giran a Enqereyê hat dîtin.
 
Malbata Aleyla Çakir û parêzerên wê, parêzerên ji Navenda Mafê Jinan a Baroya Enqereyê û gelek jinî doz şopandin.
 
Gumanbar Umîtcan Uygun û parêzerên wî li dijî sûcdariyan parastin kirin.  Heyeta dadgehê 15 deqe navber da runiştinê û dema biryarê de kes negirtin salonê û tenê rojnamegerên qerta wan ya çapemeniyê ya turkuaz heye girtin.
 
Dadgehê biryar aşkera kir, ji sûcê ‘teşwîqê întîxarê kirine’ 4 sal cezayê girtîgehê birî. Ji sûcê ‘ezyet’ jî biryara beratê da.
 
 Dayika Aleyna Çakir, Hatun Esen di derketina edliyeyê de ji ser hişê xwe çû. Bavê Aleyla Çakir, Mehmet Esen bertek nîşanê biryarê da û got: “Ev ceza wek xelatê ye. Edalet ev e?”
 
Hatun Esen jî wiha got: “Bila ev edalet tunebûna. Tu kifş jî neha tkirin. Jiyana mirovan evqas erzane?”