Li Milazgîrê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana ji dest dan hatin bibîranîn
- 19:12 25 Îlon 2026
- Rojane
MÛŞ - Li Milazgirê kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hatin bibîranîn. Di bîranînê de hate destnîşankirin ku wê xwedî li bîranîna wan derkevin.
Li gundê Xanoxli ya navçeya Milazgir a Mûşê, ji bo endamên Têkoşîn Azadiya Kurd, ji aliyê MEBYA-DER’ê ve merasîma bîranînê hate lidarxistin. Gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Di bîranînê de, wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane li ser masê hatin danîn û deqîqeyek rêz hate girtin.
Di merasîmê de gelek caran dirûşmeyên, “Şehîd namirin”, “Ey şehîd reya te reya me ye” û “Be Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku wê bîranîna wan zindî were hiştin û xwedî li têkoşîna wan were derketin.







