Bi sedan xwendekar ji zanîngehê hatin dûrxisitn

  • 13:14 28 Îlon 2026
  • Rojane
Li gorî agahiyên kanala Telegramê ya 'United Students', ji ber biryara bêagahî û bêyî rapora fermî ya rektorê Zanîngeha Alzahrayê ya Îranê, ketina 150 xwendekaran ji bo nava kampusê hatiye qedexekirin.
 
Li gorî nûçeyên ku çavkaniya xwe ji xwendekaran digre, ketina kampusê li 150 xwendekarên Zanîngeha Alzahra hate qedexekirin.
 
Kanala Telegramê ‘United Students’ îro di daxuyaniya weşandî de ragihand ku ev biryar, bêyî biryarek fermî ya desteya dîsîplînê, tenê bi înîsiyatîfa rektorê zanîngehê hatiye pêkanîn.
 
Biryar bêyî agahdariyek nivîskî pêkhatiye
 
Di nûçeyê de hate diyarkirin ku ev biryar bêyî agahdariyek nivîskî li ser xwendekaran hatiye ferzkirin û hin xwendekar dema hatine zanîngehê ji biryarê agahdar bûne.
 
Hate diyarkirin ku beşek ji van xwendekaran ji dema borî ve ketina wan a kampusê hatiye qedexekirin. Tekez dike ku ev pêkanîn rêziknameyên heyî binpê dike; li gorî rêziknameyên dîsîplîna xwendekaran, heta ku doza xwendekar ji aliyê desteya dîsîplînê ya zanîngehê ve bê nirxandin, bi şertê ku pêvajoya lêpirsînê ji mehekê zêdetir nebe, rektorê zanîngehê xwedî wê erkê ye ku ketina xwendekarekê ya kampusê qedexe bike.
 
Her wiha hate diyarkirin ku di dozên ji bo lêkolîn û biryara dawî ji Lijneya Disîplînê ya Navendî re tên şandin, rektor dikare herî zêde 2 mehan ketina xwendekaran qedexe bike.
 
Lê, pêvajoya qedexeya ketina xwendekaran a mijara gotinê, jixwe ev sînorê du mehan derbas kiriye.