Jinan hemû jin vexwendin berxwedanê

  • 09:21 5 Cotmeh 2017
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinên gotin ‘Ev qanûn wisa berdewam nake' bertek nîşanî guhertina zagonên ku bi rêya Qanûna Xizmetên Nufûsê tên guhertin dan. Jinan da zanîn ku wê li dijî van qanûnan têkoşîna xwe bidomînin û banga berxwedanê li hemû jinan kirin.
 
Bi saya kampanyaya ‘Ev qanûn nikare wisa berdewam bike’ ya li dijî qanûnên hewl tên dayîn di meclîsê de bên derbaskirin hat destpêkirin, bi hikûmetê şûnde gav da avêtin. ‘Pêşnûme Qanûna bi Qanûna Xizmetên Nifûsê re, Der barê di Hinek Qanûnan de Guherîn bê Kirin’ ku miftî jî li memûrên zewicandinê zêde kir, ji Komîsyona Karê Hundir, şûnde şandin komîsyona binî. Her çiqas niha pêşnûme şûnde hatibe şandin jî wê jin li dijî van pêşnûmeyên serdest ên mêr berxwedanên xwe berdewam bikin.
 
Hikûmetê berê jî li ser bertekên jinan ‘Rapora Komîsyona Pêşîgirtina Destberdanan’ şandibû komîsyona binî.  Piştî sal û nîvek şûnde rapor dîsa hat rojeva meclîsê. ‘Pêşnûme Qanûna bi Qanûna Xizmetên Nifûsê re, Der Barê di Hinek Qanûnan de Guherîn bê Kirin’ jî niha li komîsyona binî ye.Lê îhtîmala ku dîsa biçe rojeva meclîsê heye.  Li dijî vê îhtîmalê wê jin têkoşîna xwe bidomînin.
 
‘Wê têkoşîna me bidome’
 
Parêzer Sevda Sevîlmîşê diyar kir ku divê jin li dijî van qanûnan têbikoşin û got di rewşa qanûn pêk bên wê newekhevî û mexduriyet zêde bibe . Sevdayê wiha got: “Di rewşa rayeya mehrê bidin miftiyan wê pêşiya zewaca zarokan ve bibe û di temenê biçûk de welîdîn pêk bên.  Em jin vê pêşnûmeyê qebûl nakin . Em hemû jinan vedixwînin têkoşînê. Jin hêza xwe bikin yek wê li dijî van bisekinin.”
 
Belgîn Işikê jî destnîşan kir ku divê jin hêza xwe bikin yek û li dijî van qanûnan derkeve û li dijî van qanûnên ku jiyana zarokên me tarî dikin divê em berxwe bidin.
 
Endama Piştevaniya Mor a Edenê Derya Çîçekê jî destnîşan kir  ku wê li dijî van qanûnan têbikoşin û hemû jin wê ji van qanûnan re bêjin wisa derbas nabe.