Perwerde Xilaskirina Zîhniyeta 5000 Salî ye

  • 13:04 5 Cotmeh 2017
  • Rojane
Berçem Cudî
 
KOBANÊ - Rêveberiya Rêxistina Kongra Star Newroz Kobanê di derbarê girîngiya perwerdeyê de û bi taybet a ji bo jinan axivî û dest nîşan kir ku perwerde tê wateya xelasbûna zîhniyeta desthildar a 5000 sal an.
 
Perwerde bingeha herî girîng a avakirina civakê ye, ji bo avakirina civakekê ji nan û av zêdetir pêwistî bi perwerdeyê heye. Bingeha jiyana rast û durust bi perwerdê pêş dikeve. Têkildarî mijarê rêvebira rêxistina kongira Star a herêma Firatê Newroz Kobanê axivî. 
 
"Çawa Pêwistî Bi Nan û Avê Heye, Pêwistî Bi Perwerdê Jî Heye"
 
Newroz anî ziman ku ji bo mirovan perwerde ji nan û avê girîngtir e û wiha dewam kir" Çawa ku pêwistiya me bi nan û avê heye pêwistiya me ewqas bi perwerdeyê jî heye. Ji ber ku zîhniyeteke 5000 Salî  koletî li ser jinê meşandiye. Ji bo ku guhertin di vê desthilatdariya heyî de çê bibe, zîhniyet bibe zîhniyeteke demokratîk,  mafê her mirovî bê parastin, mafê jinê, azadiya jinê, rengê jinê, nasname û îradeya jinê bê naskirin pêwistî bi perwerdeyê heye.  Mirov dîroka xwe, civaka xwe, kesayeta xwe û siyaseta xwe bi rêya perwerdeyê, bi mêjiyekî ronakbîr dikare nas bike.
 
"Ji Bo Guhertina Zihniyetê Perwerde Pêwîst e"
 
Newroz girîngiya pewerdê ji bo jinan anî ziman û got: " Jin ji bo parastina mafê xwe, laşê xwe,  nirxên xwe, fikrê xwe û zanista xwe bike, pêdivî ji perwerdeyê heye. Jinên perwerdekirî bingeha civakek azad e. Tekoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocelan a 40 salî ji bo azadiya jin û rakirina zihniyeta desthilatdar e. Ji bo vê yekê pirojeya netew demokeratîk a Rêber APO ku sîstema hevserokatî dipejîrîne  wê zîhniyeta heyî buguhere. 
 
"Jin Mamosteya Jiyanê Ye Ji Bo Vê Yekê Jî Divê Jin Zana bin"
 
Newroz Kobanê bal kişand ser ked û rola jinê ya di civakê de û wiha got:" Jina xwedawend a ku civak afirandiye rola wê ya girîng di her qadên jiyanê de heye, ji ber vê yekê pêwîst e jin dîroka xwe nas bikin û ji bo parastina hemû jinan tekoşîna xwe bilind bikin. Jinên ku hatine perwerdekirin dê jinên der û dora xwe jî perwerde bikin. Bi keda jinê ew ê civakek bi exlaq û azad derkeve holê.
 
Newroz di dawiyê de da zanîn ku ji bo jinek bê perwerde nemine, perwerdeyên wan her dewam dikin. Ne tenê jin divê jin û mêr herdu werin pewerde kirin û bi hev re jiyanê bimeşînin.