Mêr-Dewlet:Dîmenên îşkenceya ku du polîsan li jinekê kirin derket holê
- 14:07 5 Cotmeh 2017
- Rojane
ANTALYA – Dîmenê polîsên ku li Alanyayê bi copan îşkence li jinekê kiribûn derket holê. Hat diyarkirin ku piştî dîmen di medyaya civakî de belav bû lêpirsîn li polîsan vebû û ji kar hatin dûrxistin.
Dîmenê du polîsên ku li Navçeya Alanyayê û li kuçeyê bi copa îşkence li jinê dikirin derket holê. Di dîmenên ku ji aliyê welatiyan û bi telefonê hatibûn kişandin de îşkence bi awayekî eşkere tê xwiyakirin. Piştî ku dîmen li ser medyaya civakî hat weşandin û rastî bertekek mezin hat, Muduriyata Emniyeta Bajêr polîsên ku nasnameyên wan diyar bûn ji kar dûr xistin.
Her wiha derbarê herdu polîsan de lêpirsîna edlî û îdarî hat destpêkirin.







