Parlamenterên HDP'ê li Mêrdînê bi gel re hatin gel hev
- 15:17 5 Cotmeh 2017
- Rojane
MÊRDÎN - Parlamenterên HDP'ê ku di çarçvoveya Kampanayaya bi dirûşma "Em nasekinin em ê bibêjin bisekinin" de hevdîtina xwe ya bi gel re berdewam dikn, serdana esnaf û gundan kirin.
Parlamenterên HDP'ê di çarçoveya kompanyaya bi dirûşma "Em nasekinin em ê bibêjin bisekinin" de hevdîtina xwe ya bi gel re berdewam dikin. Parlamenterên ku îro jî li Mêrdînê bi gel re hevdîtin kirin serdana esnafan û gundan kir. Heyeta ku serê sibehê li avahiya HDP'ê ya Mêrdînê kom bû piştre belavî navçeyan bû. Li gel heyetê endamên PM'a HDP'ê, Dayikên Aştiyê û rêveberên HDP û DBP'ê jî tevli serdanê bûn.
Heyeta ku parlamentera Rihayê a HDP'ê Dîlek Ocalan û Hevşaredarê DBP'ê yê Mêrdînê Ahmet Turk jî di nav de bûn li Qoserê bi gel re civiya û daxwazên gel guhdar kir.
'Em ê van rojan bi berxwedanê derbas bikin'
Parlamentera Rihayê Dîlek Ocalan jî di hevdîtinê de axaftinek kir û diyar kir ku ew ê van rojan bi berxwedanê derbas bikin. Dîlek di berdewamiya axafitna xwe de wiha got: "Em tundiya ku bi OHAL'ê re ket dewrê dizanin. Kesên ku di vê pêvajoyê de jî biryarê bidin kurd in. Gelê me yê ku li dijî hemû pêkanînan li ber xwe da wê li dijî vê tundiyê jî li ber xwe bide. Em ê pergala xwe bi xwe ava bikin. Azadî nêz e em ê van rojan jî bi berxwedanê derbas bikin."
Her wiha parlamentera Şirnexê Leyla Bîrlîk li Dêrikê û li Şemrexê, parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar li Midyatê, parlamenterê Mêrdînê Erol Daora li Nisêbînê û parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez jî li Stewrê bi gel re hevdîtin kirin. Di hevdîtinên ku hatin kirin de ji gel re moral hat dayîn.
Di çarçoveya vê kampanyayê de wê parlameter li Şirnexê bi gel re bên gel hev.







