Fîgen Yuksekdag ji bo Celal Talabanî peyama sersaxiyê weşand
- 15:24 5 Cotmeh 2017
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag ji bo Celal Talabanî peyama sersaxiyê weşand.
Hevseroka Giştî ya HDPê ya berê Fîgen Yuksekdag ji Girtîgeha Girtî Ya Tîpa F yê ya Kandırayê ku li wir girtiye,ji bo Serokwezîrê Iraqê yê berê Celal Talabanî peyama sersaxiyê şand. Fîgen bi rêya peyama ku ji hevsera Talabanî, Hero Ibrahim Ahmede re şand, xemgîniya xwe parve kir.
Fîgen, di peyama xwe de ramanên xwe wiha anî ziman
“Bê guman ev jihevqetandina di serî de ji bo gelê kurd û alîgirên azadî û demokrasiyê wendakirineke pir mezin e. Lê tecrubeyên ku Mam Celal ji me re hiştiye dê her dem rêya me ronî bike. Ez ji bo we û malbata we sersaxiyê dixwazim. Ez Mam Celal bi rêzdarî bi bîr tînim.”







