Lîstika “Mozên Kera” sibê dest pê dike
- 18:09 5 Cotmeh 2017
- Rojane
AMED- Lîstikvanên Şanoya Bajar a Amedê sibe bi lîstika bi navê “Mozên Kera” saet 19.00’an de derdikeve ser dîkê.
Qayimê ku tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin hemû lîstikvanên şaredariyê ji kar avêtin û lîstikvanan jî wek alternatif di 11’ê Sibatê de Şanoya Bajarê Amedê vekirin. Ji wê rojê vir de her tim lîstikan amade dikin û derdikevin pêşberê gel. Lîstikvanên ku her meh bername amade dikin vê mehê jî lîstika nû a bi navê “Mozên Keran” amade kiirin. Lîstik sibê saet 19.00’an de li Diyar Galerîa cihê Şanoya Bajar a Amedê tê pêşkêşkirin.
Lîstika Arîstophanes “Mozên Kera” a ku ji aliye M. Emîn Yalçinkaya Nazim Hîkmet Çalişkan ve wergerî kurdî hatiye kirin sibê saet 19.00’an de wê derbike ser dîk ê. Lîstikvanên lîstikê; Zeycan Ateş, Şahperî Alphan, Dîcle Gûneş Yavuz, Kemal Ulusoy, Mehmet Emîn Yalçinkaya, Özkan Şeker, Mahmut Kosem û Mesut Akar in.







