ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2017'AN

  • 09:00 6 Cotmeh 2017
  • Rojev
*Komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, ket sala 19'emîn û jinên malbata wî bertek li dijî tecrîdê nîşan dan û gotin: "Îro berxwedana wî ya di bin tecrîdê de bersiva herî mezin a ji bo komplogeran e." BI DİMEN
 
*Hat aşkerekirin  ku girtiyên li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê nayên dermankirin û girtiyên li dijî zordestiyan  bêdeng namînin jî surgunî girtîgehên din tên kirin.
 
*Jinên Bakûrê Sûriyeyê ku di Kampa Eyn Îsa de dijîn êş û elemên ku di dema çeteyên DAIŞ'ê de dîtine ji Ajansa me Jinnewsê re anîn ziman. BI DİMEN
 
*Dayika Êzidî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest û got: "Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Êzidî ye. Gelê Êzidî wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser bikeve."
 
*Pêşnûmeya zagona ku rayeya birîna mehrê dida miftiyan, ji ber bertekên jinan ket komîsyona binî.  Jinan diyar kir ku ji bo pêşnûme bi tevahî şûnde bê kişandin wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
*Fatma Aydin a kedkara malê 24 sal in, ji ber nexweşiya pençeşêra memikan nikare bixebite.  Fatma ji ber ku ewlehiya wê ya tenduristiyê tuneye  nikare derman bibe û wiha got: “Karsaz sîgorteyê çênakin. Dema ku em berxwe didin jî me ji kar diavêjin.”
 
*Jinan derbarê xistina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Koncayê de axivîn û gotin: "Besîme Konca îradeya 6 mîlyonî ye. Em vê biryara ku hatiye dayîn nas nakin." BI DÎMEN
 
*Ji aliyê hevkarên DAIŞ ê û dewletê ve komkujiya ku di 10'ê cotmeha 2015'an de li Enqereyê pêk hat di ser de du sal derbas bû.  Di du salan de pêvajoya şer kûr bû û li Kurdistanê jî polîtîkayên îmha û înkarê ketin dewrê. Di 10'ê cotmehê de welatiyên ji bo Mîtînga Aştî, Demokrasî û Kedê hatin Qada Gara Trenê ya Enqereyê, ji bo aştiyê qîr bikin pankarta 'Me çiqas bêrî kiriye ku em bê xwîn li ezmanan binêrin'.