19'emîn sala komployê: Ji tarîtiyê ber bi ronahiyê berxwedan didome (2)

  • 09:02 6 Cotmeh 2017
  • Rojane
'Wî komplo vala derxist, em ê jî tecrîdê vala derxînin'
 
RIHA - Komploya navneteweyî ya di 9'ê Cotmeha 1998'an de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat, ket sala 19'emîn û jinên malbata wî bertek li dijî tecrîdê nîşan dan û gotin: "Îro berxwedana wî ya di bin tecrîdê de bersiva herî mezin a ji bo komplogeran e."
 
Komploya Navneteweyî ya di 9'ê cotmeha 1998'an de li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin di sala 19'emîn de berdewam dike.  Ji bo Abdullah Ocalan ku di 9'ê Cotmehê de ji Sûriyeyê derket, bi çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' têkoşîn dest pê kir û li her derê cîhanê belav bû. Tecrîda giran a bi komployê dest pê kir û didom,  bi tecrîdê re jî hevdîtinên bi malbatê re  tên astengkirin.
 
Jinên endamên malbata Abdullah Ocalan ên li gundê Amara ya Rihayê dijîn gotin: "Rêbertiyê çawa komplo vala derxist em ê jî îro bi berxwedanê tecrîdê vala derxin. Divê bi çalakiyên demokratîk li dijî tecrîdê hestiyarî bê avakirin."
 
'Rêbertî hêviya gelê bindest e'
 
Xwişka Abdullah Ocalan, Fatma Ocalanê  diyar kir ku têkoşîna Abdullah Ocalan dide, têkoşîna hebûn û tunebûnê ye û Abdullah Ocalan ne tenê ji bo bo xwe  ji bo hemû gelan têkoşînê dimeşîne û wiha berdewam kir : "Abdullah Ocalan ji bo min ne bira, heval bû. Em bi hev re diçûn ser erd dixebitîn. Yê herî zêde dixebitî ew bû. Yê herî zêde girîngî dida mirovan rêbertî bû.  
 
Karê ku wî di saetekê de dikir me di 3-4 saetan de dikir.  Me karê xwe diqedand û em dihatin malê.  Hemû tiştên dikir bi me re parve dikir.  Niha îro jî ji bo hemû bindestan bûye hêvî. Hêzên navneteweyî yê 19 sal berê ev ferq kirin loma komployek wisa pêk anîn."
 
'Em ê tecrîdê vala derxin'
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku herî dawî 3 sal berê birayê xwe dîtiye û bal kişand ser tecrîda giran. Fatmayê wiha berdewam kir: " Di şexsê Abdullah Ocalan de hewl tê dayîn ku hemû gelên Rojhilata Navîn dîl bê girtin. Rêbertiyê çawa komplo vala derxist em ê jî tecrîdê vala derxin. Divê em bi çalakiyên demokratîk li dijî tecrîdê hestiyariyê ava bikin.  Dema komplo pêk hat û gel bedena xwe da ber agir Rêbertiyê ev qebûl nekir.  Teqez xwest ku kes bedena xwe nede ber agir."
 
'Bi tecrîdê jinên berxwedêr hedef hatin girtin'
 
Biraziya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Elîf Ocalanê jî ev tişt vegot: " Min rêbertî qet nedît lê ji zarokatiya xwe de ez bi girîngiya ku daye têkoşîna jinê mezin bûm.  Rêbertiyê hişmendiya zayendê da jinan. Bi hezaran jin li dora vê hişmendiyê xwe bi rêxistin kir. Di şexsê Abdullah Ocalan de di esasê de jinên berxwedêr hedef hatin girtin. 19 sal berê li dijî Komploya Navneteweyî li gelek deverên cîhanê bi pêşengiya jinan çalakiyên girseyî pêk hatin. Divê demildest ev tecrîd bê rakirin, divê hevdîtina malbat, parêzer û heyeta Îmraliyê pêk bê. Modela jiyanê ya Rêbertiyê pêşniyar dikir li Rojava hat dîtin. Bi vê modelê re hatiye dîtin ku komplo vala derketiye."
 
'Hêza berxwedanê ji bo me bû hêvî'
 
Nezîhe Ocalan a dema Ocalan ji gund derket sê salî bû, diyar kir ku ew Abdullah Ocalan bi bîr nîne jî bi bîranîn û çîrokên têkoşîna wî mezin bûye û wiha got: " Bi saya Abdullah Ocalan pergala feodal ji gund rabû. Xebatên hişmendîkirina jinê pêk hat. Di dema komployê de me bihîst ku bi dehan jinî bedena xwe daye ber agir. Ji ber ku gel ew wek rêber hildibijart  bedena xwe dida ber agir.  Hêza berxwedana Rêberê me ji bo me bû hêvî. Îro berxwedana wî ya di bin tecrîdê de bersiva herî mezin a ji bo komplogeran e."