Jinên Kampa Eyn Îsayê aramî û baweriyê dixwazin

  • 09:05 6 Cotmeh 2017
  • Rojane
EYN ÎSA - Jinên Bakûrê Sûriyeyê ku di Kampa Eyn Îsa de dijîn êş û elemên ku di dema çeteyên DAIŞ'ê de dîtine ji Ajansa me Jinnewsê re anîn ziman.
 
Kampa Eyn Îsa ku weke bajarê Çadiran tê dîtin, gelek koçberan di nava xwe de dihewîne. Ji Reqayê, Dêrezorê û hinek malbatên ji Îraqê di nav xwe de dihewîne."Jinên ku ji van bajaran koçberbûne, ji malên xwe dûr hatine xistin û ewqas êş û zordarî ji çeteyên DAIŞ`ê dîtine, êş û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
 
`Ji ber kêfxweşiya zêde ez nikarim hestên xwe bînim ziman`
 
Di vê çaroçoveyê de jina bi navê îftîxar Mehmûd Mihemed a ji bajarê Dêrazorê  diyar kir ku ew ji ber kêfxweşiya hemleya rizgarkirina Bajarê xwe nikare hestên xwe bîne ziman û wiha got: "Em ji Dêrazorê ne em koçberbûn û me zarokên xwe ji ber êrîşên Balafiran revandin û em hatin Kampa Eyn Îsa. Li wir tirs pir bû, piraniya malbatên me koçber bûn, wêran bûn û em nizanin bi ku ve çûn."
 
Îftîxar wiha axaftina xwe domand: "Hêviya me ew e ku Dêrazor rizgar bibe û em vegerin warê xwe. Ez nikarim ji kêfxweşiya zêde hestên xwe  ji bo hemleya rizgarkirina bajarê xwe bînim ziman." 
 
'Ez ê bi rev biçim Reqayê, ne bi meş'
 
Di heman demê de jina bi navê Derfe îsmayîl a ji Bajarê Reqayê destnîşan kir ku wê sond xweriya ku ew ê  ne bi meşê bi revê  vegere bajarê xwe û wiha got: " Em bi hêvî ne ku Reqa rizgar bibe û em vegerin  bajarê xwe. Tenê cudahiya vir ew e  ku li vir balafir nînin, kes kesî nakuje. Dema ku civan ji bo rizgarkirina Bajarê xwe dixwestin ku tevî nav refên şervanan bibin çeteyan ew dikuştin." 
 
Li wargehê serê wan rehet e
 
Her wiha Şemse Ibêd Hemed a ji Dêrazorê kêfxweşiya xwe ya dûrketina ji DAIŞ ê anî ziman û got: "Rewşa me ya li Dêrazorê ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ne baş bû. Ji bo cilên me her zext li me dikirin. Lê dema ku em hatin kampê serê me rihet bû, ji ber vê yekê ez pir kêfxweş im."
 
`Ez di zindanê de bûm lê niha  azad bûm``
 
Di heman demê de dayîka bi navê Om Ehmed a ku ji Reqayê ye bi dilekî şewitî bêhna xwe kişand û  wiha got: "Em di malên xwe de runîştîbûn. Lê dema ku Artêşa Azad hat em wêran bûn. Em her roj li cihekî bûn, tu jiyan ji me re nemabû." 
 
Di serdema çeteyên DAIŞ'ê de lixwekirina çarşefên reş li ser jinan dihat ferzkirin. Jinên hemberî vê yekê derdiketin jî dihatin îşkencekirin.
 
 `Em baweriyê dixwazin`
 
Herî dawî jina Iraqî ya ku nexwest navê xwe bibêje wiha got: " Tenê em dixwazin ku em bi aramî bijîn û zarokên me nekevin xeteriyê. Ji bo vê yekê em baweriyê dixwazin."