'Azadiya Rêber Apo azadiya gelê Êzidî ye'

  • 09:09 6 Cotmeh 2017
  • Rojane
Ehlam Hecî - Delîl Axîn 
 
ŞENGAL - Dayika Êzidî azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwest û got: "Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê Êzidî ye. Gelê Êzidî wê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser bikeve."
 
Gelê Êzidî piştî fermana 3'ê Tebaxa 2014'an xwe li ser fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan perwerde kir û hêza xwe ava kir. Keç û xortên Êzîdî yên ku di fermanê de ji destê DAIŞ'ê, rizgar bûn, li ser fikirê  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin û di cenga mezin a Rizgarkirina Reqayê de têdikoşin.  Dayîka bi navê Meyan Nasir ji ajansa me Jinnewsê re axivi û wiha got: "Fikir û felsefeya Rêber Apo, fikreke  ji bo jiyaneke wekhev û aram e. Bi taybet fikreke wisa ye ku jin dikare li ser wê têbikoşe. Ger ku beriya fermanê me li ser fikra Rêber Apo xwe perwerde kiribûya me rê nedida ku ferman bê serê me. Em dê ji cih û warên xwe ne reviyana. Hêza PDK'ê qaşo digotin em parêzvanên Şengalê ne. Di fermanê de bêyî ku li pişt xwe binêrin, reviyan. Piştî ku 12 hezar pêşmerge bazdan û şûnde 12 hawariyên Rêber Apo bi hawara me ve hatin û em ji fermanê xelas kirin. Heya îro jî gelê Êzidî li ser fikir û felsefa Rêber Apo perwerde dikin.  Bi hezaran keç, jin û zarokên Êzidî bi bîrdoziya Rêber Apo hatine perwerdekirin. Me li ser vê fikir û felsefeyê hêza xwe çêkir. Me YBŞ, YJŞ'ê û Asayîşa Êzîdxanê ava kir. Yek jî me sazî û dezgehên xwe di her milî de ava kir. Îro gelê Êzidî her tiştê xwe bi xwe rêve dibe." 
 
Meyan Nasir herî dawî anî ziman ku wekî dayîka şehîd Şoreş tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dike û wiha got: "Ez tecrîdê şermezar dikim. Hêvî dikim ku di demek kurt de Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe û were nav me.  Ji ber ku ger em îro li ser axa pîroz a Şengalê bin, ew jî bi saya fikir û felsefa Rêber Apo ye. Ji bo azadiya Rêber Apo heya dawî em ê têbikoşin."