Mîhrîcana Mîtan di roja xwe ya 9'an de didome

  • 12:40 22 Mijdar 2017
  • Rojane
EFRÎN - Mîhrîcana Mîtan bi dirûşma "Em jiyaneke nû ava dikin" di roja xwe ya 9'an de dewam dike. 
 
Festîvala ku li navenda çand û hûnera herêma Efrînê hatiye lidarxistin, bi sedan ji şêniyên kantona Efrînê, nûnerên tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelek rewşenbîr beşdar bûn.
 
Festîval bi deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azad dest pê kir. Piştre  şanoya bi navê "Fîl'" ku derbarê dizîna çanda kurdan û destdirêjiên ku li ser gelê kurd hatine kirin wekî mijar girtibû dest, hat pêşkêşkirin. Şanoya 'Fîl' ji ber ku mijarek girîng girtibûn dest, bala temaşevanan gelek kişand.
 
Festîval berdewam dike.