Li 19 herêmên ku girêdayî Nisêbîn û li Bedlisê ne ‘qedexe’ hat îlankirin
- 12:03 11 Kanûn 2017
- Rojane
MÊRDÎN/BEDLIS - Li çar kuçeyên cuda yên girêdayî Nisêbînê ne qedexe hat îlankirin. Li 12 gund û 3 kuçeyên Bedlisê jî ‘qedexe’ hat îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê da xuyakirin ku wan li kuçeyên Uçyol, Dagiçi, Dibek û Guzelsuyê ‘qedexeya derketandina derve’ îlan kirine.
Walîtiya Bedlisê jî da xuyakirin ku wan li kuçeyek û 3 gundên girêdayî Mûkiyê û li 9 gund û 2 kuçeyên girêdayî Tetwanê ne îrô di navbera saet 16:00-07:00 de qedexeya derketandina derve îlan kirine. Kuçeyên ku hatiye qedexekirin ev in:”Kuçeyên Yazicik, Yuvalidam, Kayran û Aksu ku girêdayî navçeya Mûtkî ya Bedlisê ne. Kuçeyên din jî Uzumlu, Anadere, Sungurlu, Kulbasti, Odabaşi, Teknecik, Sallica, Boblesur, Donertaş, Komurlu û Aktoprak in ku ew jî girêdayî navçeya Tetwanê ne.”







