'Li Serêkaniyê berxwedêrên azadiyê hatin bibîranîn'
- 15:57 20 Kanûn 2017
- Rojane
SERÊKANIYÊ - Li navenda çand û hûner a Waşûkanî ya bajarê Serêkaniyê 'Meclîsa Malbatên Şehîdan' Bêrîtan Dêrsim, Aya Heco û 14 berxwedêrên din bi bîr anî.
Li navenda çand û huner a Waşûkaniyê ya bajarê Serêkaniyê 'Meclîsa Malbatên Şehîdan' Bêrîtan Dêrsim, Aya Heco û 14 berxwedêrên din bi bîr anî. Bi tevlîbûna gelên bajêr ên Kurd û Ereb û malbatên berxwedêran û şervanên YPJ'ê bîranîn hat lidarxistin. Eywan bi wêneyên 16 berxwedêran û bi yê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû xemilandin. Bîranîn bi deqayek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê dest pê kir.
Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Gemra Alî axivî û sersaxî ji hemû malbatên berxwedêrên azadiyê re xwest û wiha got:"Li ser navê saziya malbatên şehîdan em îro her 16 lehengên azadiyê em bi bîr tînin û em bejna xwe li hember şehedeta wan ditewînin û em sersaxiyê ji hemû malbatên şehîdan re dixwazin. Her wiha em şîfayê ji hemû birîndaran re dixwazin û em azadiya Rêber Abdullah Ocalan dixwazin."
Li ser navê Rêxistina Kongra Star Selwa Ahmed axivî û wiha got: "Em her 16 pekrewanan bi bîr tînin û em dibêjin di bin siya berxedana şehîdan de me şoreşa xwe bi ser xist û wê xwîna şehîdên tu caran li erdê nemîne."
Ji bo bîranîna 16 berxwedêrên azadiyê hunermend Nûrî Alî ji bajarê Dirbêsiyê tevlî vê bîraninê bû û stranên şoreşgeriyê got.
Bîranîn bi dirûşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.







