TJA'yê li dijî 'kincê yek reng' banga çalkiyê kir
- 14:59 26 Kanûn 2017
- Rojane
AMED - TJA'yê derbarê ferzkirina 'kincê yek reng" li girtiyan de daxuyanî da TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ferzkirina "kincê yek reng" li dijî rûmetê ye û bang li hemû hêzên demokratîk kir ku bikevin tevgerê.
Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê ferzkirina li girtiyan a "kincê yek reng" ku bi Biriyarnameya di Hukmê Qanunê (KHK) ya bi hejmar 696 hat derxistin daxuyanî da. TJA'yê bi riya daxuyaniya xwe diyar kir ku ferzkirina "kincê yek reng" a li girtiyan re êrîşî rûmeta mirovan hatiye kriin û bang hemû hêzên demokratîk kir ku bikevin tevgerê û çalakiyan li dar bixin.
Li dijî rûmeta mirovan e
TJA, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku kincê yek reng hem rûmeta mirovan dişkîne û hem jî kêm dixe û bi vê yekê armanc dike ku bêtir mirovan bike koleyê xwe û vîna wan dîl bigire û di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Ev biryara 'kincê yek reng' li dijî karneya masûmiyetê ye. Li dijî mafên mirovan û rûmeta mirohiyê ye. Îtîfaqa faşîst a serdestiya mêr ya AKP-MHP'ê dixwaze bi vê yekê pergala yek ziman, yek çand, yek reng, yek netew û yek tewletê li ser civakê ferz bike. Pergala cilên yek reng wekî amûrê desthilatdariya siyasî li ser civakê dimeşîne. Dewleta AKP'ê ji bo temenê xwe dirêj bike serî li hemû rê û rêbazên tundî û dijmirovahiyê dide û mudaxaleyî jiyana mirovan a taybet dike. Ev hişmendiya mêrê serdest ê militarist e. Faşîzma AKP'ê bi OHAL û rejîma KHK'yan li ser hemû civakê dixwaze tirsê ava bike û ferz bike.
plîtîkayên tundiyê nayên qebûlkirin
TJA'yê da zanîn ku jinên siyasî dê li dijî vê yekê di ber xwe bidin û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Jinên siyasî dê di ber xwe bidin û tu carî van kincan li xwe nakin. Hemû girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Kurdistanê wê qet û qet van kincên yek reng û polîtîkayên tundiyê qebûl nekin. Wê li dijî vê pergalê di ber xwe bidin. Çawa di 12'ê îlonê de li ber xwe dan, di 14'ê Tîrmehê de çawa li Zindana Amedê di ber xwe dan wê dîsa jî di ber xwe bidin."
Ji bo hêzên demokratîk bang
TJA herî dawî bang li hemû hêzên demokratîk kir û xwest li dijî kincê yek ren û polîtîkayên AKP'ê dakevin kolanan û li kolanan bibin yek û dengê xwe bi hev re bilind bikin.







