Malbata Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kir
- 13:46 12 Çile 2018
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên her sê girtiyên din, ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, cara 59'an serî li Serdozgeriya Komarê yê Bursayê dan.
Xwişk û birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet û Fatma Ocalan, ji bo bi kekê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan û xwestin roja duşemê biçin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê.
Xizmên girtiyên din ên bi navê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar û xweşka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ji bo bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Bi vê serlêdanê re, ji 11'ê Îlona 2016'an vir ve, malbatan 59 caran serlêdan kirine.







