Ji bo bibin dengê girtiyan wê civîna gel bê lidarxistin

  • 15:15 12 Çile 2018
  • Rojane
AMED - Di civîan ku ji aliyê HDP û Komîsyona Girtîgehan ve derbarê binpêkirnên mafan ên li girtîehan û ferzkirina 'kincên yekreng' de hat lidrxistin de, banga tevlibûna civîna ku wê di 14'ê mehê de ji bo bibin dengên girtiyan bê lidarxistin hat kirin. 
 
Rêxitina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Bajrê Amedê, derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ferzkirina li girtiyan a 'kincên yekreng' de li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp jî tevli bû de axaftina yekemîn ji aliyê  Hevserokê Bajar ê HDP'a Amedê Şerîf Camci ve hat kirin.  Piştî Şerîf Camci Sîbel Yîgîtalp axivî û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li  girtîgehan. 
 
'Hemû îşkenceyên ku tên bîra we tên kirin'
 
Sîbel diyar kir ku di pêvajoyeke zahmet re derbas dibin û hikûmet jî li ser ku wê hîn çawa vê pêvajoyê zametir bike hûr dibe. Sîbelê aşkera kir ku êrîşî hemû nirxên gel tê kirin û tê xwestin ku koma Dayikên Aştiyê yên nû bên avakirin. Sîbel bal kişnad ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û wiha got: "Li girtîgehan hemû îşkenceyên ku tên bîra we tên kirin, di nava girtîgehan de girtîgehên nû tên avakirin."
 
'Êrîşî nirxên gel tê kirin'
 
Piştî Sîbelê Evseroka Bajar a Amedê ya HDP'ê Fîlîz  Gultekîn metnê çapemeniyê xwend û wiha got: "Divê tirkiye bi pirgirêkên xwe re rûbirû bê. Bi poîtîkayên ku tên pêşxisitn êrîşî nirxê ngel tê kirin. Bi êrîşên li ser goristana û ferzkirina kincên yek reng li ser gitiyn di xwestin ku krîza heyî bê kurkirin."
 
'Em ê bêdeng nemînin'
 
Fîlîz anî ziman ku gelek binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dikin û wiha got: "Em wekî rêxisina HDP'ê ferzkirina 'kincê yekreng' li dijî mafên mirovan dibînin û red dikin. Divê ku ev KHK demildest paşve bê kişandin. Ger ku paşve neyê kişandin em ê li dijî vê pêkanîna dijmirovî bêdeng nemînin. Em bang li hemû gelê xwe dikin ku tevli civîna ku wê di 14'ê Çileyê roja Yekşemê li avahiya HDP'ê bê li darixistin bibin.