‘Em piştevaniya bi gelê Şirnexê re mezin bikin’

  • 09:01 13 Çile 2018
  • Rojane
ŞIRNEX - Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez diyar kir ku gelek malbatên ku di qedexeyên derketina derve ya li Şirnexê xaniyên wan hatine hilweşandin, mexdur bûne û banga piştevaniyê li hemû gelê Kurd û aliyên hestiyar kir.
 
Li Şirnexê di navbera 2015-2016’an de di qedexeya derketina derve de  gelek xanî hatin hilweşandin û  bi sedan malbatên ku axa xwe terk nekirin, tevî ku du sal di ser qedexeyê de derbas bûye jî hîna bê malin. Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Aycan Îrmez destnîşan kir ku tevî qedexe rabûye jî hilweşîn didome û wiha got: “ Li Şirnexê ji 10 malbatan 7 malbat xaniyên wan hatin hilweşandin. Hinek malbatan ji ber hilweşînê tiştek ji malê negirtin. Yên kargehên wan zirar dîtine hene. Gel û esnaf hatin mexdûrkirin.”
 
Di kargerî û bodruman de dijîn
 
Aycanê daxuyakirin ku di dema hilweşînê de destûr nedan ku malbat alavên xwe jî derxin derve û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên dewletê nehişt kes biçe malên xwe. Tevî vê mexdûriyeta hat jiyîn gelê Şirnexê koç nekir. Şert û mercên gel hatin zehmetirkirin. Hinek malbat di kargeriyên xwe de hinek di bodruman de bi cih bûn. Hinek malbat di axurên xwe de hinekan bodrumên xwe paqij kirin û jiyana xwe domandin. Ji ber altenatîfek din a gel tune. Ya wê koç bikirana yan jî wê di wan şert û mercan de bijiyana.Gel ligel hemû zext û zoran li ser piyan e.
 
Zivistan tûnd derbas dibe
 
Aycanê bi lêv kir ku gel nikare hewcedariyên xwe yên xurek û paqijiyê peyda bike û got li Şirnexê zivistan tund derbas dibe û ji ber şert û mercên demsalê divê bi malbatan re piştevanî bê xurtkirin. Aycanê her wiha banga piştevaniya bi gelê Şirnexê re kir û got ew bang li gelê derveyê welat jî dikin ku bi gelê Şirnexê re bikevin piştevaniyê.