Konferansa Jîneolojiyê dê bibe hêviya azadî ya reng û baweriyên cuda
- 09:09 13 Çile 2018
- Rojane
Civîn Husên-Ruken Goman
DÊRIK - Derbarê Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê ya ku li Rojava/Bakurê Sûriyeyê pêk hat û berdewam dike jinan nêrînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê dê bibe hêviya azadî ya reng û baweriyên cuda."
Derbarê Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê ya li navenda Çand û Hûnerê ya Dicle ya Dêrik a kantona Qamişloyê bi dirûşma " Jineolojî rastiya civakê bi xwezaya jinê ronî dike" pêk hat û hîn berdewam dike jinên ji netewên cuda nêrînên xwe anîn ziman û gotin ku Konferansa Jîneolojiyê ji bo parastina nirxên jinê û civakê gaveke girîng e.
Endama Tevgera Jinên Êzîdî Rîham Hîco di derbarê koferansê de wiha got: "Di demeke wiha de lidarxistina konferanseke bi vî rengî gelekî girîng e. Ji bo jin bigihêjin heqîqeta xwe û rastiya dîroka xwe fam bikin, her wiha di bin sîwanekê de bi rêxistin bibin pêwistî bi konferansek bi vî rengî hebû. Em gelek kêfxweş in ku em beşdarî konferasek bi vî rengî dibin."
'Ji bo parastina mafên hemû jinan em li vir in'
Rîhamê diyar kir ku ev konferansa ji bo parastina mafên jinan şanseke mezin e û wiha berdewam kir:"Ji bo parastina mafên jinên Êzidî û hemû jinan em li vir in. Ji bo rastiyên dîrokê yên ku veşartî derkevin holê û jin bigihêjin heqêqeta xwe ev konferans gelekî girîng e."
'Divê hemû jin ji bo gihaştina heqîqeta xwe têbikoşin'
Rîhamê anî ziman ku pêkhatina Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê cihê kêfxweşî û şanaziyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Ev konferansa jîneolojiyê ji bo pêşxistin û serkeftina jinê jî hêviyek ber bi çav e. Divê hemû jin girîngiyê bide armanca vê konferansê û ji bo gihaştina heqîqeta xwe têbikoşin."
'Ji bo pêşketina jinê Konferansa Jîneolojiyê dê pêşî li şoreşê veke'
Her wiha jina Ereb a ji Minbicê Zeyîneb Qenber ku ew jî tevlî Yekemîn Konferansa Jîneolojiyê bûbû wiha nerînên xwe anî ziman:" Ev konferans ji bo me wekî şoreşekê ye. Ji bo pêşketina jinê Konferansa Jîneolojiyê dê pêşî li şoreşê veke."
'Divê li ser esasê xweparastinê em xwe bi rêxistin bikin'
Zeyînebê bal kişand ser girîngî û pêwistiya xwerêxistinkirinê û wiha berdewam kir:"Ji bo jiyanek aram û azad divê jin li ser esasê xweparastinê xwe bi rêxistin bikin. Yek ji armanca Konferansa Jîneolojiyê jî ew e ku bi hêz û rêxistinek hevpar jin xwe ji zilmê biparêzin."
'Em ê bi reng û baweriyên cuda li hev xwedî derkevin'
Her wiha Zeyînebê diyar kir ku divê jin bi reng û baweriyên cuda li hevdu xwedî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Banga me ya ji hemû jinan ew e ku bê cudatî bi çandeke rengdar li mafên hev xwedî derkevin."







