Nesrîn: Mifteya Yekîtiya Neteweyî zimanê kurdî ye

  • 09:10 13 Çile 2018
  • Rojane
Rojda Aydin
 
AMED - Nivîskar û Xebatkara Enstîtûya Kurdî ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli derheqê Yekîtiya Neteweyî de axivî û got ku gel bi ziman digihîje hev û dibe netew. Mifteya Yekîtiya Neteweyî zimanê kurdî ye. Ger ku jin wê mifteyê bi kar bînin wê demê yekîtiya neteweyî jî wê pêk were.
 
Nivîskar û Xebatkara Enstîtûya Kurdî ya Amedê Nesrîn Hîlal Şanli derheqê Yekîtiya Neteweyî, taybetmendiya jinê ya ji bo ziman de nêrînên xwe anîn ziman. Nesrînê got ku gel bi ziman digihîje hev û dbe netewe. Mifteya Yekîtiya Neteweyî zimanê kurdî ye. Ger ku jin wê mifteyê bi kar bînin wê demê yekîtiya neteweyî jî wê pêk were.
 
Nesrîn derheqê Yekîtiya Neteweyî taybetmendiya jinê ya ji bo  ziman de got ku  yekîtiya neteweyî ji bo ziman gelek girîng e. Nesrînê diyar kir ku neteweyek bi siyaset, ol, ziman û çanda xwe dibe netewe û wiha got: “Dema ku gelê kurd zimanê xwe bi kar neynê wê ziman têk biçe û ji netewebûna xwe dûr bikeve. Dema ku em dibêjin ziman ji bo netewebûnê girîng e di wir de rola jinê gelek mezin e. Her wiha cihê jinê di warê ziman de girîng e. Ji ber çi em dibêjin zimanê dayikê? Ji ber ku zarok ji dayika xwe fêrî ziman dibin. Zarok dema di zikê dayika xwe de ye dengê dayika xwe dibihîze û fêr dibe. Ji bo ziman em dikarin bibêjin ku bingeha netewan bi ziman ava dibe. Gelê ku bi zimanê xwe neaxive ji netewbûna xwe, çanda xwe û wêjeya xwe dûr dikeve. Her wiha ji hemû taybetmendiya netewebûna xwe jî dûr dikeve.”
 
‘Qedexeyeke gelek mezin tê meşandin’
 
Nesrîn di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku zanyarek dibêje mirov ziman kîjan neteweyî bixive mirov rihê wî, gelî digire û ev tişt got: “Ziman wek rihê gelan e. Dema em bi zimanê kîjan neteweyî biaxivin em rihê wî neteweyî digirin. Ji ber ku li gorî çanda wan dijîn, lewra jî em li gor netewa xwe najîn. Li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî hatiye qedexekirin û tê asşmlekirin. Ji ber vê jî rola jinê girîge. Ji ber ku jin bi zarokên xwe re dema bi zimanê xwe dixivin heta astekê rê li ber asîmîlasyon digirin. Xebatên ku jin ji bo zimanê kurdî dikin tu hêz nikare pêşiya wan bigire. Ji bo ku zimanê me di demeke nêz de azad bibe lazime hemû jinên kurd bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Îro dema ku em lê dinêrin xetereya herê mezin a asîmîlasyona li ser zimanê kurdî li bakurê Kurdistnê tê meşandin. Ji bo pêşî li asîmîlasyon bê girtin divê ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê.”
 
‘Em ji asîmîlasyonê çûn otoasîmîlasyonê’
 
Nesrîn di dirêjiya axaftina xwe de got ku di salên 90’an de dema zimanê kurdî di gotinê de hat azadkirin, rojname derketin. Lê belê bi aliyekî ve jî tûndiyeke li ser gel hebû û wiha pê de çû: “Wê demê gel newêribû ku biçe rojnameyê bigire. Dema rojnameya kurdî digirtin rojnameyeke tirkî jî digirtin dixistine navê dianîn. Wê demê dema di destê gel de rojanmeya kurdî bihata dîtin doz ji wan re dihat vekirin an jî dihatin binçavkirin. Di dîtinê de zimanê kurdî serbeste, lê belê bi aliyê dinê ve jî pêkûtî û tûndî li ser zimanê kurdî hebûn. Niha jî hemû saziyên zimanê kurdî û dibistan hatin girtin. Her wiha mamosteyên ku di dibistanên kurdî de ders didan ji hêla qayûm ve ji kar hatin avêtin. Ev hemû tişt diyar dike ku tûndî li ser zimanê kurdî heye û hîn jî berdewam dike. Ji bo ev pêkûtî û tûndî bi dawî bibe divê gelê kurd li dijî asîmîlasyon li ber xwe bide û zmanê xwe biparêze. Bi taybetî jî ev di destê jina de ye. Windakirin û xilaskirina zimanê kurdî di destê jina de ye û bila vê derfetê bi kar bînin. Peywira herê giran peywira jina kurd e.”
 
‘Wê demê yekîtiya neteweyî jî wê pêk were’
 
Nesrînê di dawiya axaftina xwe de got ku Kurdistan  ji hêla dagirkeran ve bûye çar parçe û ev tişt jî hemû gelê kurd ji hev dûr dixe û wiha dawî dawî li axaftina xwe anî: “Dema gelê kurd ji hev dûr ket wê demê ziman jî ji hev dûr dikeve û digûhere. Mînak li  gelê kurd li parçeyekî zimanê erebî, li yekî tirkî û  li yekî jî farisî lê tê ferzkirin . Lewra jî dema ziman dûr ket gelê kurd jî ji yekîtiya neteweyî dûr dikeve. Lê ger xebatek di wê hêlê de bê kirin wê demê yêkîtiya ziman jî wê pêk bê. Gel bi ziman digihîje hev. Yanê mifteya yekîtiya neteweyî zimanê kurdî ye. ”