Li Efrînê hilbijartina hevserokan dewam dike!

  • 10:19 13 Çile 2018
  • Rojane
EFRÎN - Meclîsa Herêma Efrînê ji bo hilbijartina hevserokên beldan, şaredariyan û sondxwarina namzetan li herêma Efrînê du civînên cuda  li dar xist.
 
Bi armanca hilbijartina hevserokên beldan, şaredariya û sondxwerina namzetên ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, Meclîsa herêma Efrînê bi deşdarbûna hemû namzetên ku bi ser ketine civîn hat lidarxistin. Bi beşdarbûna Hevseroka Desteyê pêkanînê Doxtor Osman Şêx Îsa,Hevseroka Meclîsa Zagonsaz Muhemed Seîd, Endama Desteya pêkanînê ya Federaliya Bakurê Sûriyeyê Hêvîn Husên, Hevseroka Komîteya beldeyên Kantona Efrînê Muhemed Ehmed, du civîn li komîna Şehîd Sîlvan a beldeya Mîrkan li gundê Şîtka û li dibistana Şehîd Hemze ya gundê Şêxûtka hat lidarxistin.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin a ji bo berxwedêrên azadiyê, Hevseroka Meclîsa pêkanînê Doxtor Osman Şêx Îsa axivî û serkeftina projeya Netewa-Demokratîk li hemû namzetên ku bi ser ketine pîroz kir.
 
Paşê hemû namzetên ku di qonaxa duyem a hilbijartina meclîsên herêmî de bi ser ketine sonda fermî xwarin û rêziknameya hundirîn ji aliyê hevseroka komîteya beldeyên Kantona Efrînê Muhemed Ehmed ve hat xwendin.
 
Her wiha hilbijartinên hevserokên beldan û şaredariyan ji aliyê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ve dest pê kir. Di encamê de Muhemed Şikirî  Xoce, Helîme Cafer bûn hevserokên beldeya mîrkanû Nûredîn Zênu, Xaliye Hemo ji bûn cîgirên hevserokên beldeya Mîrkan. 
 
Di heman demê de jî hilbijartina hevserokên şaredariyê beldan dest pê kir. Di encamê de Cîhan Henan,Ferîd Hemo bûn hevserok.
 
Her wiha li beldeya Şêxûtka ya navçeyê Mabeta jî di encama hilbijartina hevserokên beldeyan de Nîhed Seydo Ebdo el Ezîz ,Fatmê Elo bûn hevserok û Muhemed Menan,Şeziye Mehdî Mustema bûn cîgirên wan. Di encama hilbijartina hevserokên şaredariya beldeya Şêxûtka de Îdrîs Muhemed,Sîhem Ehmed Menan bûn hevserok.
 
Civîn bi sozdayîna hevserokên beldan û şaredariyan ku hatine hilbijartin û bi diruşma "Bê Serok Jiyan Nabe" bi dawî bû.