Cenazeyê Eyşe li ku derê ye?
- 11:41 13 Çile 2018
- Rojane
ŞIRNEX - Di êrîşa ku li dijî Qereqola Sinek Tepe ya li navçeya Qilebana hatibû kirin de endama YJA-STAR Ayşe Baykal û 6 leşkerî jiyana xwe ji dest dabû. Lê ligel hemû serlêdana malbatê cenazeyê Eyşe nayê dîtin.
Li navçeya Qilabana Şirnexê HPG’ê di 1’ê Çileyê de êrîşî Qereqola Tepê Sînek kirin. HPG derbarê êrîşê de daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê de endama YJA-STAR’ê Ayşe Baykal (Zozan Cudî), Yasemîn Balli (Dîcle Firat) û 6 leşkeran jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê yekê parêzerê malbata Ayşe Baykal, Tamer Gogan serî li saziyên fermî yên Qilaban û Şirnexê dan. Lê rayedarên fermî ji parêzeran re got “Di lêpirsîna hat kirin de, rastî tu qeydên fermî nehatine” û hemû hewldanên malbatê bê encam man. Ligel ku HPG’ê nasnameya endama YJA-STAR’ê Ayşe Baykal eşkere kir jî, cenazeyê wê nayê ditîn.
Tu lêpirsîna fermî nehatiye kirin
Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê di bersiva nivîskî ya da serlêdana Prz. Dogan de ev tişt gotin: “Di lêpirsîna qeydên me yên …UYAP’ê de, tu qeydên fermî yên di 1’ê Çile de êrîşî Qereqola Tepê Sînek hat kirin û di encamê de ku tê payîn Ayşe Baykal û 6 leşkaran jiyana xwe ji dest dane, tuneye. Derbarê vê bûyerê de tu lêpirsînên fermî nehatine kirin.”
Qereqolek wiha tuneye
Prz. Tamer Dogan, diyar kir ku piştî daxuyaniya HPG’ê ji bo cenazeyê Eyşeyê bigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê, Qeymeqamtiya Qilabanê û Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê dane, lê heyan niha tu encam bi dest nexistine.
Tamer, derbarê hevdîtinên bi rayedarên fermî yê bi Qilabanê re kirin jî ev tişt gotin: “Hemû kesên me bi wan re hevdîtin kir, bi yek devî axivîn. Ji Qeymeqam birin heta dozger, hemûyan gotin qereqolek wiha tuneye. Diyar e ku ji bo veşartina mirina 6 leşkeran ferman hatiye dayîn.”
Rayedar: Baregeh me ya wisa tuneye
Tamer, anî ziman ku wan bi gundiyên Qilabanê re hevdîtin kirin û wiha got: “Hemû gundiyan gotin Qereqola Tepê Sînek heye. Berî OHAL’ê gundiyan dikarîbûn biçin van herêman û cenazeyan bigirin. Lê destûr nadin em biçin herêmê. Ji bo em cenaze bigirin me serî li rayedarên fermî da. Ji me re gotin ‘hûn ê bi saxî ji wir dernekevin, kê we kuştibe dê ne diyar be.’ Di dema hevdîtina me bi qeymeqam re dikir de jî bi rayedarek bi tesadûf ket hundir û wî jî got ‘Rast e cihek wisa ne baregeha me ye.’ Gumana me ew e ku cenazeyan vedişêrin.”
'Em dixwazin cenazeyê Eyşeyê bibînin)
Tamer, da zanîn ku dixwazin ser bûyerê bigirin û wiha bilêv kir: “Em tenê dixwazin xwedî cenazeyê Eyşeyê derbikevin, cenazeyê wê bibînin û defin bikin. Ji ber vê yekê em ser bûyerê de ewqas diçin. Bê hiqûqî pir zêde bûye û ceza kirin ji holê hatiye rakirin. Em di serdemek wiha de ne. Em di rewşeke bitirs de ne ku muwekîlê min bi saxî girtibin. Gelo bi birîndarî hat girtin, an jî dixwazin ji holê rabikin? Gelo îşkence dikin? Ji ber van gumanên xwe êdî em ditirsin ku ji ber vê yekê rastiyê vedişêrin.”
Prz. Tamer destnîşan kir ku ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestine ku bûyerê bibin Meclîsê û wiha bi dawî kir: “Malbata Eyşe a li Stenbolê dijî, dê car din serî li Saziya Tipa Edlî û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bide.”







