Yekemîn Konferansa Jineolojiyê di roja xwe ya duyemîn de dewam dike

  • 11:53 13 Çile 2018
  • Rojane
DÊRIK - Yekemîn Konferansa Jineolojiyê ya ku bi dirûşma " Jineolojî rastiya civakê bi xwezaya jinê ronî dike" di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
 
Yekemîn Konferansa Jineolojiyê ku duh sibehê li navenda Çand û Hûnera Dicle ya bajarê Dêrikê bi tevlîbûna 200 delegeyên ji hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê û her çar parçeyên Kurdistanê dest pê kiribû di roja xwe ya duyemîn de dewam dike.
 
Îro konferans bi xwendina tehlîlên sosyolojîk dewam dike. Dê tehlîlên sosyolojîk hem bi Kurdî hem bi Erebî bê xwendin û li ser nîqaş bê kirin. Her wiha wê pêşnameya akademiyê were xwendin.
 
Konferans niha bi nîqaşan berdewam dike.