Jinên Şengalê tecrîda giran şermezar kirin
- 12:47 13 Çile 2018
- Rojane
Veyan Said-Ehlam Heci
ŞENGAL - Jinên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin:"Em ê xwe li ser bingeha fikir û ramanên Abdullah Ocalan bi rêxistin bikin."
Jinên Şengalê tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û diyar kirin ku dê ji bo azadiya Abdullah Ocalan her li ser piya bin.
Jina bi navê Amîna Îbrahîm derbarê tecrîda giran de wiha got: "Em bi saya Rêber Apo xwe nas dikin û em ê li fikrê wî xwedî derkevin. Ji bo Rêberê me azad bibe çi ji destên me bê em ê bikin. Ev 19 sal in li ser Rêber Apo tecrîdeke giran heye. Em weke jinên Êzidî vê tecîrîda li ser Rêberê me tê meşandin em qabûl nakin û em ê her dem li beramberî ve tecrîdê tekoşîn bikin. Bila hemû jin li beramberî vê tecrîdê dakevin qadan û nerazîbûnên xwe bînin ziman. Hêviya me ew e ku roj berî rojê Serokê me azad bibe."
Hilwa Xelef jî di derbarê tercîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de nêrînên xwe wiha anî ziman: "Em bi saya şervanên ku di şopa Rêber Apo de tekoşîn dikin û felsefeya wî dijîn, em hatin rizgarkirin. Em jin jî îro li ser esasên fikir û ramanên Rêberê xwe bi rêxsitin dikin. Em tercîda li ser Rêber Apo qet qebûl nakin û divê em vê tecrîdê bişkînin. Hêsîrên me ku di destên çeteyên DAÎŞ'ê de bûn bi saya fikrê Rêberê me hat rizgarkirin. Em hem tecrîdê hem jî kesên ku li dijî vê tecrîdê bê deng dimînin şermezar dikin."
Hîlwa Xelef wiha dawî li axaftina xwe anî " Em ê wek jinên ciwan mîna mertaleke ji agir li hemberî vê tercîdê bisekinin. Em tucarî vê tecîtê qebûl nekin û em ê her dem heta ku Rêber Apo rizgar bibe li qadan bin."







