Êrîşên li dijî goristanan: Vê carê jî goristana Gimgimê hilweşandin

  • 12:54 13 Çile 2018
  • Rojane
MÛŞ - Piştî Goristana Xerzanê ya li Bedlîsê hat rûxandin, leşkeran bi kepçeyan "Goristana Îsmaîl Ronahî" ya li gundê Kolanê ya navçeya Gimgimê jî rûxand. Nayê zanîn ka cenaze hatine derxitin an na.
 
Hêzên dewletê bi fermana dozgeriyê cenazeyê 267 endamên PKK'ê ji Goristana Xerzanê derxistibû û şandibû Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, hêj ev bûyer di rojevê de ye, Goristana Îsmaîl Ronahî ya li gundê Kolanê ya navçeya Gimgima Mûşê hat rûxandin. 
 
Hemû hilweşandin
 
Di sala 2015'an de balafirên dewletê goristan bombe kiribû, mala cemê ya di nava goristanê de rûxandibûn. Goristana ku cenazeyê 27 endamên PKK'ê lê ne, di 11'ê Çileyê de leşkeran bi maşîneyên kar rûxand. Hat gotin ku di 10'ê Çileyê de leşkeran gundê Kolanê dorpêç kiriye û bi maşîneyên kar goristan bi tevahî rûxandiye. 27 cenaze ji goran hatin derxistin an na, tu agahî di vê derbarê de nehatin girtin.
 
Derbarê cenazeyan de agahî tuneye
 
Gundiyekî ku nexwest navê xwe bide, tiştên li herêmê qewimî ne wiha vegot: "Di 10'ê Çileyê de li gund tevgera leşkeran gelekî zêde bû. Hemû rêyên gund girtin. Di saetên sibehê de li nêzî goristanê 2 kepçe, 2 maşîneyên kar û ambulansek hebû. Di 2 rojan de hemû goristan bi erdê ve kirin yek. Heta goristana ku rûxandin jî birin. Em nizanin cenazeyên di goran de birine an na. Lê bi ambulansê tu cenaze nebirin. Ji xwe ambulans ji goristanê dûr sekinî bû. Cenaze derxistin an na, em nizanin. Ji ber ku nahêlin kes nêzî wir bibe. Ev goristan di sala 2014'an de ava kiribûn."