Jinên ku beşdarî çalakiya Konê Greva Birçîbûnê bûn tecrîd şermezar kirin

  • 14:49 13 Çile 2018
  • Rojane
Lilav Ali
 
EFRÎN - Têkildarî Konê Greva Birçîbûnê ku ji aliyê Kongra Star hatibû vekirin jinên ku beşdarî greva birçîbûnê bûn tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. 
 
Têkilîdarî çalakiya Konê Gireva Birçîbûnê ya ku Rêxistina Kongira Star li navçeya Mabeta ya Herêma Efrînê li dar xistibû, jinên ku beşdarî çalakiyê bûn tecrîda giran şermezar kirin û  nirînên xwe anîn ziman û wiha gotin:"Çiqas dewletên desthildar hewl bidin ku em ji Rêber Apo dûr bikevin, em ê ewqas nêz bibin û vê tecrîdê vala derxin. Çimkî Rêber Apo di dil, mejî û rihê gelê Rojava-Bakûrê Sûriyê de dijî."
 
Jin bi çalakiyên xwe dixwazin ku rewşa Abdullah Ocalan were zelalkirin
 
Li ser vê mijarê Dayika Bîrhat Cîlo Şeziye Brahîm tecrîda girankirî ya ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha got:"Di riya çalakiyên ku em li dar dixin de armanca me zelalkirina rewşa tendirustî û jiyana Rêber Apo ye. Ji ber ku ev nêzî 3'ê sal in Dewleta Tirk nahêle ku malbat û parêzerên Rêber Apo bi wî re hevdîtinê pêk bîne, dilê me bi fikar e. Her wiha Şeziye anî ziman ku heta ew agahiyê ji Rêberê xwe negirin wê bi tevahî gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê re çalakiyên cur be cur li dar bixin." 
 
Her wiha Şezye Brahîm di dawiya axaftina xwe wiha got: "Em ê heta dawiyê şopdarê fikir û felsefeya Rêber Apo bin. Heta Rêbere me azad nebe em jî azad nabin. "  
 
'Abdullah Ocalan di dilê gelê Rojava-Bakure Sûriyeyê de dijî'
 
Ji aliyê din ve jî dayîka aşîtiyê Fatma Mustefa axivî û wiha got: "Ji ber ku rewşa ewlekarî û tendirustiya Rêber Apo ne zelal e, hemû jinên navçeyê Mabeta tevlî çalakiya Gireva birêçîbûnê bûn û em ê canê xwe ji bo azadiya Rêberê xwe bidin. Em ê li qadan û li kolanan di nav çalakiyan de bin. Ji ber ku azadiya Rêbe Apo rizgarkirina fikira jinên bindest e." 
 
Her wiha jina bi navê Cemîle Nesen jî tecrîda giran şermezar kir û wiha got:" Heta ku em agahiyê ji Rêberên xwe negirin em nasekinin û em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Rêberê me hêviya me ye, em ji bo wî her çalakiyên xwe berdewam bikin."