TEV-DEMÊ û Kogra Star ji bo azadiya Abdullah Ocalan belavok belav kirin

  • 15:05 13 Çile 2018
  • Rojane
QAMIŞLO/EFRÎN - Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan TEV-DEM, Kongra Star û Meclîsa Taxa Xerbî  belavok belav kirin.
 
Ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan TEV-DEM, Kongra Star û Meclîsa Taxa Xerbî li Efrîn û Qamişloyê belavok belav kirin. Çalakiya belavokan dê heta 3 rojan bidome. Belavok li Şaredariya Bajarê Qamişloyê, li Otêla Hedaya  ya girêdayî Kolana Wehdê û li Camiya Qasimo ya girêdayî Taxa Xeribî û her wiha li Efrîne hat belav kirin.
 
Di çalakiyê de 500 belavokên ku li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibûn nivîsandin hat belavkirin.
 
Her wiha belavkirina belavokan bi dirûşma "Bê Serok Jiyan na be" bi dawî bû.