Besime Konca: Vemirandina vî agirî peywira me ya jina ye
- 15:55 13 Çile 2018
- Rojane
EDENE - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, diyar kir ku dê bi pêşengtiya jinan pêşiya faşizma desthilatdariya AKP’ê ku dixwaze li Tirkiyeyê gav bi gav pêş bixe, bigirin û wiha got: “Dê bi pêşengtiya jinan ber bi azadiyê ve bimeşin.”
Rêxistina HDP’ê ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk bînin, li Salona Konferansê ya Tum Bel Sen ya Enqereyê bi tevlêbûna Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim û Endamên MYK'ê Beycan Taşkiran û Yurdusev Ozsokmenler Konferansa herêmê pêk anî.
Meclîsa Jinan a HDP’a Edeneyê berî 3’yemîn Kongreya Asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ya di 11’ê Sibatê de li Enqerê pêk bê, Konferansa Jinên Heremê pêk anî. Konferans bi beşdarbûna Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Besîme Konca û Aycan Îrmez, gelek rêveberên partiyê yên Edenê, Hatay, Mêrsîn û Osmaniyê li Otela Şîrîn Park hat lidarxistin.
Piştî deqeyek rêzgirtinê,Hevseroka HDP’ê ya Edeneyê Gulseren Tural axaftina vekirinê kir. Piştre Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, axivî û wiha got: "Hemû jin û gelên heyî di pêvjoyek zehmet re derbas dibin. Weke Meclîsa Jinan a HDP’ê derketina me ya kuçeyan, qadan û hatina gel hev, xwedî nirxek dîrokî ye. Îro desthilatdariya AKP’ê gav bi gav faşîzmê dihûne. Jin xwedî wê berpirsiyariyê ne ku li dijî hemû tundiyan derbikevin. AKP jiyanek xizan pêşkêşî me dike. Mirov li pêşberî raya giştî canê xwe didin ber agir. Ên ku vî agirî vemirînin, jiyanek xweşik ava bikin û vê bi civakê re bikin yek dê jin bin. Ev dikeve ser mile jinan.
Besîmeyê, da zanîn ku ew ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê li hev kom bûne û wiha got: "Faşîzim bi her awayî tundiyê ferzî jinê dike û em jî li dijî vê yekê têdikoşin." Besîmeyê, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Meclîsa Jinan a HDP’ê dê bi kevneşopiya xwe ya dîrokê re dê têkoşîna xwe bidomîne. Ezmûnên me dê hemû têkoşînan bi konferans û kongreyên me re hîn xurtir bike. Em ê di 8’ê Adarê de têkoşîna xwe mezintir bikin û ev ji bo rawestandina faşîzmê girîng e. Ez hemû hevalên me yên girtî û yên hatin qetilkirin bibîr tînim û dibêjim ‘An serkeftin an serkeftin."
Nameyê Fîgenê û Gultanê hatin xwendin
Piştî Besîmeyê peyamên Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku ji konferansê re şandin, hatin xwendin.







