Ji bo girtiya nexweş Mevlude Başdaş azadî hat xwestin

  • 16:01 13 Çile 2018
  • Rojane
STENBOL - Parastvanên mafên mirovan di çalakiya Rûniştina F de ji bo Mevlude Başdaş (60) a ji sedî 86 astengdar e, azadî xwestin.
 
Endamên Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş, 303 car in di çalakiya Rûniştina F de hatin gel hev û li Qada Galatasarayê ji bo girtiyên nexweş azadî xwestin.
 
Di çalakiya vê hefteyê de rewşa Mevlude Başdaş a sedî 86 astengdar hat bi bîr xistin û xwestin serbest bê berdan. Di çalakiyê de hat gotin ku Başdaş di çalakiya "Mertalên zindî" ya Çiyayê Bagokê de hatiye girtin, 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Şakran Alîagayê ya Îzmîrê de tê girtin.
 
3 caran qeyrana dil derbas kir
 
Parastvana mafên mirovan Nazîfe Durmaz daxuyaniya vê hefteyê xwend û ev tişt got: "Mevlude Başdaş ji sedî 86 astengdar e, ji ber ku bi tirkî nizane nikare pirsgirêkên xwe bîne ziman. Du caran krîza dil derbas kir, emelyata dil bûye. Niha dîsa di bin xetereya krîza dil de ye, dibe ku cara sêyemîn krîzê derbas bike. Mevlûde 4 caran bi derziya însulînê lê dane û bi wê li ser piyan dimîne. Rewşa wê xeter e û bijîşk her dem di vî warî de hişyariyan dikin."
 
Xetereya mirinê zêde dibe
 
Durmaz destnîşan kir ku her roja derbas dibe xetereya mirinê zêde dibe û ev bang kir: "Dayikeke 60 salî û ewqas pirsgirêkên wê yên tenduristiyê heyî di şertên giran de tê ragirtin. Ji bo tenduristiuya Mevlude divê xwarinên diyetê bidin wê. Divê dermanên wê bi rêk û pêk bên dayîn. Sewqên wê yên nexweşxaneyê bên kirin."
 
Parastnavên mafên mirovan xwestin Mevlude Beşdaş serbest bê berdan.