ROJEVA 14'Ê ÇILEYÊ 2018'AN
- 09:00 14 Çile 2018
- Rojev
*Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp xistina parlamenteriya parlamentera Agiriyê ya HDP’ê Leyla Zana nirxand û diyar kir ku ji bo zîhniyeta yekparêz li ser piyan bê girtin, Leyla Zana hedef hatiye girtin. BI DÎMEN
*Şervana YPJ'ê Zagros Egîd komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hat şermezar kir û got: "Komploya navneteweyî li dijî berxwedana azadiyê pêk hatiye. Em ê heta dawiyê berxwe bidin û bi fikir û felsefeya Rêber Apo azadiya xwe bi dest bixin."
*Burçak Tekîn li Xana Pîlavoglu di dukana xwe de karkeriya camê dike û ji ber ku karê camê wekî karê mêran tê dîtin bertek nîşanda. Burçakê diyar kir ku jin êdî li her derê hene.
*Lîstika Marti ya ku Julîde Kural tê de dilîze van rojan ji nû ve tê lîstin. Julîdeyê hem li ser lîstikê û hem jî li ser rêwêtiya xwe ya hunerê axivî.
*Ji bo daneşîna doza jina bi navê Emanî Al- Rahmun piştî li Sakaryayê bi êrîşa zayendî re rûbirû ma û hat qetilkirin ku wê si be bê ditin ji Meclisên Jinan ên Stenbolê Sultan Gurbey bang li hemû parêstvanên mafên jinan kir ku tevli dozê bibin.







