Danişîna doza Narîn Gezgor hat taloqkirin

  • 13:11 9 Îlon 2025
  • Hiqûq
 
AMED –Danişîna doza Narîn Gezgör ku di çarçoveya lêpirsîna Komeleya Jinan a Rosa de tê darizandin, hat taloqkirin.
 
Sêyemîn danişîna doza endama damezrîner a komeleya Rosayê Narîn Gezgor ku di çarçoveya lêpirsîna komeleyê de ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve tê meşandin, ji nû ve tê darizandin, li 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Narîn Gezgor ku bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" tê darizandin û parêzerên wê, Elif Tirenç Ulaş û Semra Balyan, di danişînê de amade bûn.
 
Heyeta dadgehê ku piştî parastina Narîn Gezgor û parêzerên wê biryara xwe eşkere kir, biryara ku bila şertê kontrola edlî bidome da û xwest ku ligel ku Narîn Gezgor ne endama rêxistinê ye jî ji ber ku alîkarî daye rêxistinê parastineke din li parastina xwe ya berê zêde bike.  
 
Dadgehê danişîn taloqî 26'ê Sibata 2026'an kir.
 
Derbarê Dozê de
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve derbarê Komeleya Jinan a Rosa hatiye destpêkirin de, Narin Gezgor,, di 24'ê Gulana 2020'î de bi îdaya "endamtiya di rêxistinê" hate girtin. Piştî nirxandina girtina wê ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran  a Amedê ve, di 4'ê Îlona 2020'î de hate berdan. Narîn Gezgor bi îdaya endamtiya Kongreya Jinên Azad (KJA), Komeleya Alîkarî û Hevgirtina Rojava ku di dema Rewşa Awarte (OHAL) de bi biryarnameyek di hukmê qanûnê hatin girtin û Komeleya Jinan a Rosa ku xebatên xwe didomîne, tê sûcdarkirin.
 
Di 11'ê Mijdara 2020'î de, Narin Gezgor bi îdaya "endamtiya rêxistinê" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn.
 
Dadgeha Îstînafê biryar betal kir. Narîn Gezgor paşê di 11'ê Îlona 2023'an de ji nû ve hate darizandin û ji ber heman îdiayê careke din 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hate birîn. Dadgeha Îstînafê jî cezayê wê dîsa  betal kir.