Meclîsa Jinan a DBP'ê encamnameya civîna xwe aşkera kir

  • 14:06 5 Tebax 2025
  • Ramyarî
 
AMED - Meclîsa Jinan a DBP'ê encamnameya civîna xwe aşkera kir û got: "Divê dengê kolektîf û têkoşîna kolektîf a jinan sînoran derbas bike û bibe mifteya aştî û civaka demokratîk."
 
Meclisa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) daxuyaniya dawî ya civîna xwe ya di 2'yê Tebaxê de li dar xist, eşkere kir. Di daxuyaniya dawî ya civîna bi dirûşmeya "Civaka Demokratîk garantiya pêşeroja wekhev û azad a jinan e" de hat destnîşankirin ku têkoşîn dê di bin pêşengiya jinan de were qezenckirin.
 
Dengê kolektîf û têkoşîna kolektîf
 
Di daxuyaniyê de ku hate destnîşankirin ku civîna Meclîsa Jinan bi rojeva "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin, wiha hate gotin: "Di çarçoveya şerên kûr ên li Rojhilata Navîn, israra dewletên netewe li ser rewşa bêçare, êrişên sîstematîk ên li ser jinan û hilweşîna civakî de, avakirina têkoşînek li ser xeta rizgariya jinan ji her demê bêtir pêwîst e. Di vê pêvajoya dîrokî ya ku em tê re derbas dibin de, têkoşîna di navbera şêweyên desthilatdariya mêr-serdest ên modernîteya kapîtalîst û paradîgmaya rizgariya jinan de hîn tûjtir bûye û şer ne tenê bi deverên erdnîgarî ve sînordar in; ew li dijî laş, nasname, bîranînên civakî, xweza û zimanan ên jinan in. Di encamê de, gelek krîz têne jiyîn. Ji ber vê yekê, divê dengê kolektîf û têkoşîna kolektîf a jinan sînoran derbas bike û bibe mifteya aştî û civaka demokratîk."
 
'Di têkoşînê de bi israr in'
 
Di encamnameyê de li ser rêxistinbûnê hat rawestandin û wiha hat gotin: "Wek Meclîsa Jinan a DBP, em têkoşîna azadiya jinan bi têgihîştina ku em tenê bi qasî ku em xwe birêxistin dikin hene, mezin dikin. Li dijî pergala serdest a mêran ku dixwaze jinan bê deng, bêhiş û bêhêz bike, em tekez dikin ku civakek demokratîk û aştiyek mayînde tenê di bin rêberiya jinan de dikare were avakirin. Em li ser nêzîkatiyek rêxistinî ya li ser bingeha raman, daxwaz û ezmûnên têkoşîna jinan israr dikin û em çalakiyên xwe yên rêxistinî û perwerdehî di her qada ku em dixebitin de berfireh dikin. Em li ser avakirina rêyek siyasî ku jin tê de mijar bin israr dikin.
 
Hewldanên hişyarkirinê dê bidomîn
 
Em tekez dikin ku bîrdoziya rizgariya jinan ne tenê reflekseke parastinê ye, lê di heman demê de paradîgmaya damezrandinê ya bingehîn di avakirina neteweyek demokratîk de ye. Komxebatên bîrdoziya rizgariya jinan ku em bi armanca kûrkirina vê bîrdoziyê, entegrekirina wê bi civaka herêmî re û entegrekirina wê di jiyana civakî de dimeşînin, bûne yek ji bingehên herî bingehîn ên pratîkên me yên rêxistinî. Di vê çarçoveyê de, komxebatên bîrdoziya rizgariya jinan ku me di Gulana 2025'an de li Colemêrgê dest pê kirin, li bajarên Tirkiyeyê, di serî de li Kurdistanê, bi dirûşmeya 'Bi jina azad re ber bi civaka demokratîk ve' berdewam dikin. Armanca me ew e ku heta dawiya Îlonê van civînan bêtir berfireh bikin. Rastiya ku bi van hewldanan tê nîşandan ev e ku divê hejmara civînan bêtir were zêdekirin û hewldanên hişyarkirinê ji bo azadiya jinan bi awayekî yekgirtî berdewam bikin.
 
Bi pêşengtiya jinan serkeftin
 
Di vê gavê de, em dikevin serdemeke têkoşîneke hîn bi biryartir, hîn birêxistintir û veguherînertir li dijî polîtîkayên dijminê jinan ên sîstema desthilatdar a heyî. Ruhê serdema nû dê bi berxwedan û pêşengiya jinan were şekildan. Wekî jinên ku ne tenê li dijî derdikevin, lê di heman demê de jiyaneke alternatîf jî ava dikin, armanca me ya bingehîn ew e ku banga civakeke demokratîk li ser xeta azadiya jinan civakî bikin, jiyaneke wekhev û azad ji binî ve ava bikin û vê têkoşînê li her qadê belav bikin. 
 
Bi hişmendiya ku jin aktorên sereke yên veguherîna civakî û siyasî ne, em ê hevgirtina jinan li dijî şêweyên desthilatdariyê yên serdestiya mêran, xizanî, şer û tundûtûjiyê xurt bikin, jiyanê biparêzin û jiyaneke nû li ser xeta azadiyê ava bikin. Wekî Meclîsa Jinan a DBP, em dubare dikin: Ev têkoşîn dê di bin pêşengiya jinan de were qezenckirin."