Sebahat Atabey hat definkirin

  • 09:39 29 Hezîran 2025
  • Rojane
 
Sebahat Atabey a li Ceyhanê hate qetilkirin, li Cizîrê ji aliyê jinan ve hate veşartin.
 
Cenazeyê Atabey ku li taxa Belediyevleri ya navçeya Ceyhan a Edeneyê ji aliyê Eyup Atabey ve hate qetilkirin, piştî otopsiya li Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê birin navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Dayikên Aştiyê li Goristana Asrî darbesta Sebahat Atabey hildan ser milan û birin gora lê bê veşartin.
 
Cenazeyê Sebahat Atabey li ber dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hate veşartin.