KCDP: Jin herî zêde li malê hatine qetilkirin

  • 15:02 7 Tîrmeh 2025
  • Çeteleya Tundîyê
STENBOL - KCDP’ê rapora xwe ya 6 mehan aşkera kir û got ku ji sedî 65’ê jinan li malê û ji sedî 35’ê wan ji h3ela hevjînên xwe ve hatine qetilkirin. 
 
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bidin Sekinandin (KCDP) rapora xwe ya têkildarî komkujî û mirinên biguman ên jinan ên di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de hatine kirin, aşkera kir. Rapor, li Navenda Çandê ya Zubeyde Anayê ya li Beşîktaş a Stenbolê bi daxuyaniyekê hate aşkerakirin. Gelek jin tev li daxuyaniyê bûn û nûnera KCDP’ê Esîn Îzel Uysal daxuyanî xwend. 
 
Esîn Îzel Uysal, da zanîn ku di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de 136 jin hatine qetilkirin, 145 jinan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û got: “Di 6 mehên ewil ên sala 2021’ê de 131, di yên sala 2022’yan de 164, di yên sala 2023’yan de 147, di yên sala 2024’an de 205 û di 6 mehên ewil ên sala 2025’an de jî jî 96 jin hatine qetilkirin. Ji 6 mehên ewil ên sala 2025’an de 96 jin ji hêla endamên malê yên zilam ve hatin qetilkirin. 15 jin ji hêla zilamên qeyda wan sicîla edlî heye ve hatin kuştin. Ji jinên hatin qetilkirin ji bo 9’an biryara parastinê hebû. Û ji sedî 65’ê jinan li malê hatin kuştin. Ji sedî 35’ê jinan jî ji hêla hevjînên xwe ve hatin kuştin. Ji jinên di 6 mehên ewil ên îsal de hatine kuştin ji sedî 78’ê jê bi çekê, ji sedî 36 jê bi alavên tûj hatine kuştin, 11 jê hatine xeniqandin, 6 jê bi derbkirinê û 3 jê jî bi şewitandinê hatine kuştin. Awayê kuştina 2 jinan jî nehatiye tespîtkirin.” 
 
‘Pêdivî bi polîtîkayên bi hêzkirinê heye’ 
 
Esîn Îzel Uysal, got ku divê 6284 bi awayekî bandor bê cîbicîkirin, polîtîkayên malbatê dikin navend, polîtîkaya necezakirinê û newekheviya zayenda civakî bên bidawîkirin. Esîn Îzel Uysal, got: “Pêdivî bi polîtîkayên hêzê didin jinan heye. Hemû çareserî di Peymana Stenbolê de ye. Em ê xwe bigihînin rojên jiyaneke azad û wekhev.” 
 
‘Em ê bi yekitiyê bi ser kein’
 
Nûnera KCDP’ê Şîrîn Yalincakoglû jî got ku hemû dosyayên mirinên biguman bi îdiaya întîharê tên veşartin û faîl nayên cezakirin. Şîrîn Yalincakoglû, jinên bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dayin bi bîr xist û got ku tenê heke jin û derdorên din bibin yek û xwe birêxistin bikin dikarin vê xerabiyê bi dawî bikin û bi ser kevin.  
 
Seroka Polîtîkayên Jinan a Partiya DEVA’yê Nalan Ilgin jî got ku dê li dijî tundî û cînayetên li dijî jinan bi hev re têbikoşin. 
 
Husniye Yildirim ku keça wê Aysûn Yildirim bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da jî got: “Keça min di 28’ê Sibata 2018’an de hate kuştin û ji wê rojê heta niha li edaletê digerim. Me her tim bo edaletê bang kir lê gotin hewcehî bi şopandinê nîne û dosya girtin. Dozgerê ewil em çûn cem wî got bi me re ye lê piştre weke ku em sûcdar bin tevgeriya. Dozgerên piştre jî wisa nêz bûn. Heke em bi destên hev bigirin dikarin mafê zarokên xwe bistînin.” 
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.