
Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Erdogan dest pê kir
- 15:24 7 Tîrmeh 2025
- Rojane
ENQERE - Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û Serokkomar Tayyîp Erdogan dest pê kir.
Hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar û Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a li Kulliyeyê dest pê kir.
Serokê MÎT’ê Îbrahîm Kalin û Serokwekîlê Giştî yê AKP’ê Efkan Ala jî di hevdîtinê de cih girtin.
Hevdîtin, ji çapemeniyê re girtî dest pê kir.