
Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin
- 12:02 29 Tîrmeh 2025
- Rojane
EDENE - Li navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Eyup Verîmlî, jina pê re hatibû zewicandin Merve Verîmlî û keça xwe Elîf Verîmlî qetil kir.
Li Taxa Toros a girêdayî navçeya Çukurovayê mêrê bi navê Eyup Verîmlî, jina pê re hatibû zewicandin Merve Verîmlî û keça xwe Elîf Verîmlî qetil kir. Hate zanîn ku kujer piştî bûyerê întihar kiriye û zarokên din ên di dema bûyerê de li malê bûne, ji malê reviyane û xilas bûne. Piştî agahdarkirina welatiyan, koma tenduristiyê destnîşan kirin ku kujer Eyup Verîmlî, Merve Verîmlî û Elîf Verîmlî jiyana xwe ji dest dane.
Têkildarî bûyerê lêpirsîn hate destpêkirin.